Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kirin hatin destgîrkirin
11 cotkarên ku li dijî DEDAŞ'ê çalakî kirin, hatin destgîrkirin.
11 cotkarên ku li dijî DEDAŞ'ê çalakî kirin, hatin destgîrkirin.
Li taxa Dibisê yê bi ser navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ve di 13’ê Tebaxê de cotkaran, li dijî birîna elektrîkê ya DEDAŞ’ê çalakî li dar xistibûn û rêya Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li hatûçûnê girtibûn.
Vê sibehê leşkeran bi hêceta çalakiyê bi ser malên 11 cotkaran de girtin û ew destgîr kirin.
Cotkar birin Qereqola Jendermeyan.