Colemêrgî xwedî li wekîla xwe derdikevin

Gelê Colemêrgê destekê dide wekîla xwe Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan ketiye greva birçîbûnê.

Greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dewam dike, ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kiriye. Çalakiyên piştgiriya ji bo çalakiya wê jî zêde dibin. Gelê Colemêrgê hem xwedî li wekîla xwe derdikeve, hem jî li daxwaza rakirina tecrîdê.

Fatma Tûran ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Leyla Guven îrade û wekîla gelê Colemêrgê ye. Tûran got, hemû jinên Kurd bi Leyla Guven re ne û bi bîr xist, tevî ku ti gunehê wê nîne dîl hatiye girtin. Tûran bi dewamî got, "Em xwedî çalakiya Guven derdikevin. Tevî ku şeş meh di ser hilbijartinê re derbas bû, wekîla me hîn girtî ye. Em dixwazin wekîla me Leyla Guven di nava me de be."

Tûran anî ziman, yekane daxwaza Guven qedandina tecrîdkirina Ocalan e û got, "Rêberê me bi salane tecrîdkirî ye. Ne malbata wî, ne jî parêzer nikarin agahiyê jê bigirin. Ji ber tenduristiya Birêz Ocalan em bi fikar in. Bi navê gelê Colemêrgê em jî destekê didin çalakiya Leyla Guven. Li Tirkiyeyê edalet nemaye. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Demîrtaş jî ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hate astengkirin. Rêberê me jî, Demîrtaş jî, Leyla Guven jî tenê aştiyê dixwazin. Em heta dawiyê bi Rêberê xwe û dîlgirtiyên zindanan re ne."

DÎLGIRTINA KURDAN ÇARESERÎ NÎNE

Hevserokê Navçeya Navendî ya COlemêrgê Necmettîn Acar ragihand, gelê Colemêrgê destekê dide greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi bîr xist, ji bo piştgirîdayina Guven wan li Colemêrgê greva birçîbûnê pêk anîn. Acar got, "Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede. Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Pirsgirêka Kurd bi girtina Kurdan çareser nabe. Yên ku hewl didin pirsgirêkê bi vî rengî çareser bikin, wê gelê Kurd bi berxwedanê bersivê bide wan."

DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN

Îsmaîl Keskîn jî got, "Birêz Ocalan ji bo Kurdan mirovekî ji rêzê nîne" û bi bîr xist, bi milyonan însanî Ocalan weke îradeya xwe qebûl kirine. Keskîn got, "Em ti carî tecrîdkirina Birêz Ocalan qebûl nakin. Bi navê gelê Colemêrgê em çalakiya wekîla xwe Birêz Leyla Guven silav dikin. Armanca çalakiya Leyla Guven, şikandina tecrîdkirina Rêberê me ye. Divê tevahiya mirovahî li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê çalakiya Leyla Guven gelekî hêja ye."