Colemêrgî heqê ceyrana ku bi kar nîne, dide

Li Colemêrgê elektrîk tim û tim qut dibe. Lê tevî vê yekê jî gelê bajêr fatûreyeke zêde dide. Şêniyên Colemêrgê dibêjin, dewlet hewl dide berdêla krîza aboriyê ji gelê Kurd bigire.

Elektrîka ku li Colemêrgê tim û tim qut dibe, şêniyên bajêr bêzar kir. Tevî ku elektrîk her qut dibe û rojna hîç nîne, fatûreyên gelekî zêde li gel tên birîn. Ji şîrketên Turkerler Holdîngê Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Vangolu (VEDAŞ), bi rengekî bêhiqûqî gel dişêlîne. Dewleta Tirk û şîrketên elektrîkê yên çav berdane pereyê gel, beriya niha jimêrkên elektrîkê ji malan rakiribûn û li ser dîrekên elektrîkê danîbûn.

Li gelemperiya Tirkiyeyê di nava bajarên ku herî zêde elektrîk bi qaçaxî lê tê bikaranîn de, Stenbol, Trabzon û Konya ku bajarên rojavayê Tirkiyeyê ne, di rêzên destpêkê de cih digirin. Lê belê rejîma AKP'ê tevî vê rastiyê jî berdêla elektrîkê li Kurdan dibire. Fatûreyên elektrîkê ku berê 40 heta 50 lîre bû, niha bi 4 an jî 5 qatî hatine zêdekirin. Lêçûna elektrîkê mehane 250 heta 500 lîre tê nivîsandin. Ev yek rê li ber nerazîbûnan vedike.

'DEWLET FATÛREYA KRÎZA ABORIYÊ LI GELÊ KURD DIBIRE'

Colemêrgiyekî ku ji ber sedema ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku xizmeta elektrîkê ji wan re nayê dayin, lê tevî vê yekê jî mehane fatûreya zêde ya elektrîkê didin. Colemêrgî diyar kir, bi zivistanê re êdî her roj elektrîk qut dibe û wiha dewam kir: "Hema bêjin her roj elektrîk qut dibe. Carna bi saetan jî elektrîk nayê. Ji ber vê yekê jî em nikarin xwe germ bikin. Dema ku elektrîk nîne kalorîfera me venabe, em nikarin cîhazên xwe yên elektronîk bixebitînin. Di wê sermayê de em tenê li benda hatine elektrîkê dimînin. Ji ber ku elektrîk timî qut dibe, xisar li hemû eşyayên me yên elektronîk bûye.

Zarok û extiyarên me ji ber sermayê nexweş ketin. Tevî ku em elektrîkê bi kar nînin jî fatûreyeke zêde li me dibirin. Gelo em çima heqê elektrîka ku bi kar nînin didin? Ji her alî ve hewl didin me bişêlînin. Beriya niha bi bahaneya 'elektrîka qaçax' jimêrka elektrîkê danîbûn ser dîrekan. Êdî bêyî ku jimêrkan kontrol bikin, li gorî xwe fatûreyeke zêde dinivîsînin. Dewlet hewl dide fatûreya krîza aboriyê li gelê Kurd bibire."