Colemêrgê bi dostên xwe pêşwazî li biharê kir
Colemêrg, paytexta çiya û avê, bi hatina biharê re dîsa tovên azadiyê reşand.
Colemêrg, paytexta çiya û avê, bi hatina biharê re dîsa tovên azadiyê reşand.
Colemêrg pişta xwe bi Zozanên Berçelanê germ dike. Li rex Çiyayê Simbil qet wê tenê nahêle. Çemê Zapê hevrêyê wê ye ku rih û can didiyê. Colemêrg, bi van dostên xwe yên qedîm, bi hezaran sal in ku sembola azadî û berxwedanê ye. Berxwedan her bihar dîsa zindî dibe û hêviyê dide. Çiya, deşt û geliyên wê ji bo hemû zindiyan deriyê xwe vedike. Colemêrg, vê biharê jî wiha ye, welatê çiyayan û avê.