Colemêrg xwe ji sê wekîlan re amade dike

Gelê Colemêrgê ku ji 24’ê Hezîranê re kar û bara xwe dike dibêje ew ê ji 3 parlamenteran her sêyan derxînin û AKP’ê ji herêmê derxînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de li Colemêrgê 90 ji 100’î yê dengan stand û bû partiya pêşî, ji sê parlamenteran her sê jî standin. Gelê Colemêrgê dibêje 24’ê Hezîranê jî ew ê li Colemêrgê ji sê parlamenteran her sêyan derxînin.

Me li Colemêrgê ji bajariyan haziriyên hilbijartinê, tercîhên wan û hêviyên wan pirs kirin. Sadûllah Besî got li Colemêrgê her bajariyek Selahattîn Demîrtaş e û bi vîneke qeyîm ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Besî got bi rêjeyeke zêde ya dengan ew ê 3 wekîlan derxînin û got, “Kurd bi yekîtîyê dikarin heq ji her  tiştî derkevin. Armanca me ew e ku tecrîd û zilma li ser lîderê me û li ser me rabe. Em tenê heqê xwe dixwazin. Dive her kes destê xwe li ser wijdanê xwe deyne û wiha biçe ser sendoqê.’’

EM TIM LI REX PARTIYA XWE NE

Ismaîl Keskîn jî got got divê hemû gel dengê xwe bidin aştî û biratiyê û rêya aştî, biratiyê di HDP’ê re diçe. Keskîn wiha got: “Em gelê Colemêrgê, em tim li rex partiya xwe bûn û ji niha û pê de jî em ê li rex partiya xwe bin. Ji bo vê jî, bi hemû qeweta xwe em ji partiya xwe re dixebitin. Gelê Colemêrgê beriya niha jî bi vîneke qeyîm rabûn û hemû parlamenter standin. 24’ê Hezîranê jî wê wiha be. Ji ber ku em bi hêza xwe zanin. Em çawa bi partiya xwe bawer bin partiya me jî wiha bi me bawer e.’’

AKP WÊ DESTVALA BIMÎNE

Kahir Demîr got gelê Kurd bi partiya xwe re ya xwe kiriye yek, AKP dixwaze vîna Kurdan li derveyî Meclîsê bihêle. Demîr got AKP 24’ê Hezîranê, destpêkê li Colemêrgê, ji bajarên Kurd wê destvala vegere û wiha domand: “Armanca me jî ew e ku di vê hilbijartinê de partiya me û gelê me bi ser bikeve. Em ê li Colemêrgê sê wekîlan derxînin û giştî di ser 100 wekîlî re derxînin. Em dikarin vê bikin.’’

ŞEQAMA DEMOKRASIYÊ LI AKP’Ê

Mehmet Temel jî got dive ti kes nekeve şik û gumanan û got: “Nûnerên me li girtîgehê ne. Her çendî ew girtî bin jî her yek ji me em Selahatîn Demîrtaş û Abdûllah Zeydan in. Em ê 24’ê Hezîranê bersiveke xweş bidin AKP’ê. AKP ti caran li Colemêrgê ya xwe nestandiye û wê nestîne. 24’ê Hezîranê li Colemêrgê em ê şeqama demokrasiye li wan bixin.”