Çoban ê AKP'yî mikur hat: Di nava partiya me de karên ne li rê û rant hene

Serokê Baskê Ciwanan ê AKP'ê yê Wanê Çoban mikur hat, ku di nava partiya wan de karên ne li rê û rant hene.

Li nava Rêxistina AKP'ê ya Wanê şerê rantê mezin dibe. Rêxistina vê partiyê, ev demeke dirêj e ji ber îdîayên karên ne li rê tevlîhev bûye û bi qeyûman re jî li hev nake. Vê carê Serokê Rêxistinê yê Baskê Ciwanan Taha Çoban li karên xwe yên ne li rê mikur hat.

Çoban daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, neheqî, nelirêtî, bêûsilî, rant û menfeetî zêde bûye. Çoban got, hin xwediyên meqaman, ji bo statuya xwe biparêzin vê yekê ji nedîtî ve tên.