Çiyagerek bû, hat û neçû

Kenê te ma li ser wêneyan, li ser dîwarên Sûrê, li sertarê çiyan, li şiverêya gerîlayan. Ma di dilê dayikê Kurdistan de kenê te Çiyager heyran!

Kenê te ma li ser wêneyan, li ser dîwarên Sûrê, li sertarê çiyan, li şiverêya gerîlayan. Ma di dilê dayikê Kurdistan de kenê te Çiyager heyran!

Hinek însan hene ken gelekî li wan tê. Ya rastî  hinek însan hene wexta dikenin tu dibêje qey ha wextî ez ê bigihime xweşikbûna jiyanê û ti digihe jî bi rastî. Di dema wî kenî de hesta ku bela dibe jiyanê, xweşî û îlhama ku digihe rihê jiyanê, weke stêrkekê bandora xwe li jiyanê dike. Kenê însanê xweşik jî weke wan xweşik e. Îlhama azadiyê, hêviya jiyana xweşik e. Gelo ti helbest dikare bi qasî îlhama ku  ji vî kenê distênê geş û xweş be. Ez yeqîn nakim go tu newa yan jî helbest bibe nola kenê Çiyager. Germ bike weke tîrêjeke tava go di nîvê zivistanê de bide laş û  giyanan. Yeqîn nakim ku helbesta kenê Çiyager bê nivîsandin. Encex bibe bayek hênik newaya go tu ji kênê wî re deynê. Bayekî sivik be jî cihê kenê wî negre. Belkî li dilê we hemûyan, belkî li helbestê we hemûyan bibe mêhvanek, bibe îlhameke ku hûn bi salan heta belkî bi hemû emrê xwe li bendê bûn. 

Çi jî bêjim bi qasî kenê te li te nayê

Ya ku kenê Çiyager dike newa, ya ku kenê Çiyager dike helbest, ya ku di dil de dibe bizrê evînê, ya ku bi milyonan însanan heta çiyan, behran, ezmanan evqa di nava aramiyê de, di nava geşbûnê de dihêle kenê Çiyageran e. Û zarokên piştî salan wê li miqabilî vî kenî li miqabilî vî dilî biresmênin, binivîsînin, bistirin, bêjin, çêkin belkî jî zarokan ji nihav de dest pê kirine. Ew behsa te nakin wê te bihêlin ji ezmanan re her şev di  heyvê de, di stêrkan de û her şeveq di tava geş de wê xwe germ bikin hemû jiyanî û hemû yê li ber zayinê. Wê her şeveq bize ajalek, wê her demsal bibişkivin bi milyonan kulîlk, wê biwelidin  dayik li ber tîrêjên ji kenê te bela dibin.  Tê wan şa û bextewar bike hêzê bidê wan her şeveq û her êvar. Wê demsal bibihurin li ber çirisîna te, wê robar bi ser ve herin li ber hestê ku weke baranê ji çavên te yî bi ken dibarin. Wê axa welatê te Kurdistanê şên bibe. Ji xwe welatê te gelekî serbilind e. Dayika lawekî  weke te ye. Çawa tu û kenê te di dilê xwe de mezin kiribe. Te jî xelata herî mezin, te kenê xwe da dayika xwe ew ê jî bide zarwê xwe yî din. Û wê tim bi çiroka kenê te mezin bike zarwê xwe yî biçûk. Wê weke te mezin bike wan jî, wê jiyanê bi rihê te waterdar û bextewar bike Çiyager. 

Kenek bû hat û neçû, ji ber ji dil bû

Çavşîn! 
te li kîjan pelan bar dikim bayê payîzê tê dibê diçe
te li kîjan pênûsê dikim ku binvîsim ji eşqa kenê te lal dibe û disekine 
nahêlin 
nikarin te behr vekin 
tu jî bi kênê xwe yî aram weke kû bêjê behna xwe fireh bikin 
ew ken yê we hemûn e 
weke ku ji ser girê dijminên ken 
careke din bi dengekî geşbilind dikene û dibêje  
ez û kenê xwe em yê we ne 
û em têra we hemûyan têra hemû mirovahiyê dikin...