Ciwanên Welatparêz: Em rê nadin faşîzma Tirk

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Qendîlê bûne mertalên zindî, banga yekîtiyê kirin û gotin, divê her ciwan li ber faşîzmê rabin.

Ciwanên welatparêz ên li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê û bûn mertalên zindî ji ANF'ê re axivîn. Ciwanan destnîşan kirin ku çalakiyên wan wê bê navber bidomin.

'ÇALAKIYÊN ME YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ WÊ BÊ NAVBER BIDOMIN'

Baran Bermiyanî yê ji Kerkûkê diyar kir ku ji bo li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ew îro li Qendîlê ne û got, "Em vê dagirkeriya ku bi salan e li ser xaka Kurdistanê dewam dike, şermezar dikin. Weke komên Mertalên Zindî em ê bi rengekî dorveger li Qendîlê çalakiya xwe bidomînin. Bang li tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim, ku ji bo careke din komkujî û şer li Kurdistanê rû nede, bi ruhê Efrîn û Şengalê beşdarî komên Mertalên Zindî bibin û axa xwe biparêzin."

'JI TI HÊZÊN DERVE NETIRSIN, JI BER KU EM XWEDÎ ARTÊŞA PARASTINA GEL IN'

Huseyîn Kerkûkî jî destnîşan kir ku weke ciwanên Başûrê Kurdistanê wê ti carî li bermaberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û ji bo parastina axa xwe heta dawiyê bi Qendîlê re bin. Kerkûkî got, "Pirsgirêk ne tenê êrîşên leşkerî yên li ser axa Başûrê Kurdistanê ye. Dewletên cuda îro bi rê û rêbazên curbecur hewl didin Kurdistanê dagir bikin. Ji hemû ciwanan re dibêjim; ji ti hêzên derve netirsin, ji ber ku em xwedî artêşa parastina gel in. Heta ku ev hêz hebe, wê gel parastî be. Ji ber ku yekane armanca vê hêzê, parastina gelan e. Li Başûrê Kurdistanê hin kes hene ku PKK'ê tenê weke tevgereke ji bo parastina gelê Bakurê Kurdistanê dibînin. Ev nêrîn gelekî şaş e. PKK ji bo tevahiya gelê Kurdistanê têdikoşe. Em dikarin bêjin, PKK ji bo yekbûna tevahiya gelên cîhanê hewl dide. Lewma divê ciwan jî ji bo vê hêzê piştgiriyê bikin û axa Kurdistanê biparêzin."

'TENÊ LI WELATÊ XWE BIFIKIRIN Û TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

Ciwanê bi navê Hoşeng jî ku di nava karê çand û hunerê de cih digire, li ser armanca çalakiya xwe got, "Weke xebatkarên çandê em îro li Qendîlê di nava Koma Mertalên Zindî de cih digirin. Ne tenê rojek an jî du rojan, eger pêwîstî pê heb em ê heta bi hetayê welatê xwe biparêzin. Bang li hemû ciwanan dikim, bê ku cudabûnê di nava partiyan de deynin, tenê li welatê xwe bifikirin û wê rawestan tevlî çalakiyan bibin."