Ciwanên Welatparêz: Şoreşgerên me di dilê me de ne

Li dijî biryara DYA’yê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ciwanên Welatparêz li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de biryara DYA û dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Nerazîbûnên li dijî biryara DYA’yê ya li dijî sê şoreşger û pêşengên PKK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayîk û Dûran Kalkan zêde dibin. Ciwanên Welatparêz ên li bajarê Ranya ya Başûrê Kurdistanê biryara DYA’yê şermezar kirin û gotin; “Eger ew kesên ji bo azadiyê têdikoşin terorîst bin, em jî terorîst in.”

Ciwanên Welatparêz li Parka Derwaze kombûn û bi meşale û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî PKK’ , ‘Şoreşgerên me di dilê me dene’ ber bi baxçeyê giştî yê bajêr ve meşiyan. Piştre li ser navê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welaparêz endama rêveberiya ciwanan Têkoşer Zîlan Mûsa daxuyaniya çapemeniyê xwend.

‘RÊBERÊN PKK’Ê JI BO AZADIYA MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYAN’

Daxuyanî wiha destpê dike; “Di demekê de ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê Kurd komkujî pêk anî li Şengal û Kobanê tu dewletan cesaret nebû ku li beramberî vê koma terorîst têbikoşe. Gelek dewletan alîkariya komên çete kirin yek ji van dewletan jî dewleta Tirk a dagirker bû. Di wê demê de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) nîşa hemû cîhanê dan ku ji bo azadiya mirovatiyê têkoşiyan û li dijî êrîşên DAÎŞ’ê liberxwe dan û gelek şehîd dan.”

‘RÊBER APO Û PKK BÛ HÊVIYA GELÊN BINDEST’

Daxuyaniya Ciwanên Welatparêz wiha didome; “Em Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Kurdisanê biryara DYA’yê şermezar dikin. Di roja me ya îro de PKK û Rêber APO bûye hêviya gelên bindest. Divê hemû kes li dijî biryara DYA’yê rabe û têbikoşin. Di her dema êrîşek li dijî gelên bindest pêk tê Rêber Apo û pêşengên PKK’ê li dijî van êrîşên bê helwest nemane û ji bo parastina nirxên mirovatiiyê bi hezaran şehîd dane.”

‘PKK BÛ HÊVIYA MÎLYONAN KESÊN AZADÎXWAZ’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Dewletên desthiltadar ji bo berjewndiyên xwe bi komployekî navnetewî Rêber Apo dîl girtin. Ev jî dide nîşandian ku têkoşîna PKK û Rêber Apo têkoşîneke rast e. Di roja me ya îro de dewletên berjewendîparêz û dijî mirovahiyê dixwazin vê plangeriyê ji nû ve zindî bikin û siyaseta xwe ya şaş li ser gel bimeşîn. Dixwazin bi van êrîşan pêşiya rêveberên PKK’ê bigrin, PKK bûye hêviya mîlyonan mirovaên azadîxwaz.

Em weke Komeleya Ciwanên Welatparêzên û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê li hemberî binavkririna vê rêxistinê weke terorîst ku rêberê wê 20 sal e di girtîgehê de û ji bo azadiyê têkoşînê dike, xwe berpirs dizanîn û vê biryarê weke biryarekî neehlaqî û dûr ji nirxên mirovahiyê dibînin. Em şermezar dikin. Em dibêjin ev sê şoreşger nirxê me nin.”

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Gelek sal e tecrîdekî giran tê meşandin. Ev tecrîd li derveyî  hemû nirxên mirovahiyê ye. Dewleta Tirk bi hevkariya hêzekî Kurd dixwaze li Başûrê Kurdistanê dagirkeriyê pêş bixe. Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk têkoşînê dikin. Emê heta azadiya Rêber Apo li dijî tecrîdê têkoşînê bikin. Em ji dewleta Amerîka û yên cîhanê re dibêjin, ew sê şoreşger di dilê me dene."