Ciwanên Wanê xwe ji Kongreya Ciwanan re hazir dikin

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê ji bo Kongreya Ciwanan a ku wê 25'ê Mijdarê li Amedê pêk were dixebite. Ciwanan ji bo kongreyê banga tevlêbûnê kirin.

Haziriyên ji bo kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku 25'ê Mijdara 2018'an li Amedê wê were kirin hazirî didomin. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê ku starta xebatên kongreyê da, li avahiya bajêr a Meclîsa Ciwanan a Wanê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Wanê Umît Dede û Wekîlê Wanê Murat Sarisaç jî di civînê de hazir bûn.

'CIWAN WÊ BIBIN DENGÊ BERXWEDANÊ'

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bedran Bedran got ew ê ji bo kongreya 25'ê Mijdarê ya bi dirûşma ,''Em bi hev re rêxistiniya xwe bikin û azad bibin'' wê kuçe bi kuçe, kolan bi kolan bigerin û xwe bigihînin gel. Bedran got, ''Li zanîngeha û taxan em ebatên Kongreya Ciwanan a HDP'ê didominîn. Ji 68'an heta bi Kobanê bê ciwanan têkoşîn ne pêkan e. Li hemû qadên jiyanê, her dema ku têkoşîn geş bûyî, li kuçe, meyda, dibistan, febrîkayan bi gotin û şênbûna xwe ciwan hene.''

Ciwanan bi berdewamî got, ''Ciwanên ku Mahîr Çayan û Mazlum Dogan, Sakîne û Arîn bi heman dirûşmê anîn cem hev, li zanîngeh, dibistan, mamost û akademiyê xwedî derkein, 25'ê Mijdarê li Amedê wê dîsa bibin dengê berxwedan û hêviyê. Ji bo vê jî em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî kongreya me bibin.''