Ciwanên Mexmûrê li dijî dagirkeriyê seferberî îlan kirin

Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê bi daxuyaniyekê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistan û bi taybet Başûrê Kurdistanê seferberî îlan kirin.

Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê bi daxuyaniyekê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistan û bi taybet Başûrê Kurdistanê seferberî îlan kirin. TCM/TJCM di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bêdengbûna rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û dîsa hikûmeta Iraqê rê li ber dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê vekiriye.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye;

“Em, ciwanên Wargeha Penaberan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di destpêkê de seferberiya Komelên Ciwan a ji bo xwedîderketina xaka Kurdistan, bi taybet a li Başûrê Kurdistanê silav dikin.

Weke tê zanî dagirkeriya dewleta faşîst a TC û hevkarên wan her diçe zêde dibe û jinavbirina tevgerên ku ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê têdikoşin, kirine armanc. Ji bo vê yekê xwerêxistinkirina gel û ciwanan a li dijî hemû dijminên Kurdistanê, erkekî yê welatparêziyê ye. Bi taybet divê ciwanên Kurd xwedî li xaka welatên xwe derkevin.

Êrîşên li Başûrê Kurdistanê tên kirin, di dema xwe de li Bakurê Kurdistanê li ser navçe û bajarên Kurdistanê û piştre jî li Rojavayê Kurdistan û bi taybet li Efrînê hatibû kirin.Niha jî heman hêzên dagirker li Başûrê Kurdistanê bi hinceta Tevgera Azadî dagirkeriyê dikin. Ji bo dagirkeriyeke weke ya Bakurê Kurdistan û Efrînê neyê kirin, divê ciwan bi erka xwe ya pêşengtiyê rabin. Ger ciwan bikaribin bi rola xwe rabin, wê ev dagirkerî negihêje armancên xwe. Asta dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ji her demê zêdetir bûye. Xaka welatekî cuda ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombekirin, dagirkirin û bi rojan e welatiyên sivîl tê qetilkirin. Li beramberî vê ne hikûmeta Herêmê û ne jî hikûmeta Iraqê bûye xwedî helwest. Ev yek jî kiriye ku dagirkeriya dewleta Tirk hê zêdetir bibe. Ji bo vê jî derketina tevgerekî ya ciwanan a ji bo xwedîderketina xaka welatê xwe rewa û mafdar e. Ev tevger di heman demê de tê wateya seferberiya ciwanan a pêşîlêgirtina dagirkeriyê. Ji bo parastina xaka xwe, pêwîst nake ku ciwan destûrê ji ti aliyekî bigire. Di heman demê de ev seferberî û tevlîbûna vê tevgerê erkekî demê û netewî ye.

Bi vê wesîleyê em endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û endamê PKK’ê Hevrê Diyar Xerîb û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bang li tevahî ciwan û bi taybet ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku xeta Şehîd Diyar Xerîb bişopînin, li dijî hemû dagirkeriyê Serî Hildin û têbikoşin.

Binketin wê para dagikerî û hevkarên wan be, serketin jî wê para xeta berxwedan û azadiyê be.