Ciwanên Mexmûrê: Em ê tecrîdê bişkînin û berxwedanê geştir bikin

Ciwanên Mexmûrê yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne, gotin; “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin”. Ciwanan berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û nûnerê HDP’ê Nasir Yagiz jî silav kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, li dijî tecrîdê dest pê kir di roja 37'an de bi koma 13’emîn didome.

Çalakgerê koma 13’an Aslan Yilmaz têkildarî armanca beşdarbûna çalakiyê wiha got; “Di serî de tecrîa girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikim. Em silavên xwe ji Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakgerên greva birçîbûnê re dişînin. Beriya niha me agahî ji Rêber Apo girt lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û ev agahî ciwanan têr nake. Tecrîda li ser Rêbertiya me didome û divê em çalakiyên xwe xurtir bikin û berxwedanê geştir bikin. Em ê heta dawî li gel Rêberê xwe bin.”

Yilmaz bang li ciwanan kir û wiha domand; “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, ji bo azadiya Rêber Apo em bang li hemû ciwanan dikin ku çalakiyên xwe xurtir bikin. Em bang li CPT dikin ku bi erka xwe rabe.”

Çalakger a bi navê Sebrê Îşlek jî wiha got; “Armanca çalakiya me şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me ye. Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê tevayî mirovahiyê ye. Heta ku tecrîd neyê şikandin wê çalakiyên me belavî hemû cîhanê bibe. Em bang li ciwan, gelê Kurd û dostên wan dikin ku xwedî li van çalakiyan derbikevin û çalakiyên xwe bi hêztir bikin. Her wiha ez bang li NY û CPT jî dikim ku divê bi awayekî lez xwedî li erka xwe ya mirovahî derbikeve û erkê xwe yê mirovahî pêk bîne. Divê ku bi lezgînî şandeyekî bişîne greva Îmralî û agahiyekî ji Rêberê me bigire û bi raya giştî re ragihîne. Ez dubare di kesayeta Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Gûven û Endamê HDP’ê Nasir Yağiz tevahî çalakvanên di greva birçîbûnê de silavênê xwe dişînim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”