Ciwanên Mexmûrê: Em ê ji bo nasname û hebûna xwe têbikoşin

Ciwanên penaber ên Wargeha Mexmûrê berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê silavkirin û bang li ciwanên Kurd kirin ku cihê xwe li nava refên gerîla û têkoşîna şerê gelê şoreşgerî bigire û azadiya Rêber Apo misoger bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li xaka Başûrê Kurdistanê êrişekê berfireh dan destpêkirin. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê her roj li dijî êrişên dagirkeriyê derbên giran li dewleta Tirk û hevalbendên wî didin. Ciwanên penaber ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî berxwedana gerîlayên azadiyê silavkirin û diyar kirin ku divê ciwan cihê xwe li nava refên gerîla û têkoşîna şerê gelê şoreşgerî bigire û azadiya Rêber Apo misoger bike.

‘EM Ê JI BO NASNAME Û HEBÛNA XWE TÊBIKOŞIN’

Jin a ciwan a bi navê Evîn Colemêrg êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezarkir û wiha pêde çû: “Em di nava pêvajoyeke man û neman ê de ne. Di vê pêvajoyê de em ê ji bo nasname û hebûna xwe têbikoşin. Îro dewleta Tirk a xwînxwar bi hemû cureyên têknolojiyê êriş dike. Bi dehan caran serî li çekên kimyewî daye, ev yek jî bi alikariya NATO’yê dike. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin ku tenê şerê Kurdan û dewleta Tirk e. Li hemberî dagirkeriyê bi taybet di pêşengtiya jinên ciwan de berxwedanek pir mezin tê kirin. Divê weke ciwan em li dijî êrişan seferber bibin. Ger em nikaribin çek rakin, divê em di nava mal, kolan û civakê de têkoşîn bidin destpêkirin.

‘DIVÊ ARMANCA DESTPÊKÊ RIZGARKIRINA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BE’

Divê armanca me ya destpêkê rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Apo be. Di kesayeta Rêbertî de tecrîdek girankirî li ser ax û hebûna Kurdistanê tê rêvebirin. Ji ber vê yekê divê weke ciwan û jinên ciwan em destpêkê xwedî li Rêber Apo derkevin. Ger Rêber Apo bi fîzîkî di nava me de ba, em dikarin bêjin ku wê demê Kurdistanek azad wê esas were girtin.”

Evîn Colemêrg herî dawî ev bang li ciwanan kir: “Weke jinekî ciwan banga min ji bo ciwanan û bi taybet jî ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê ev e ku li hemberî van êrişan serî rakin û mil bi milê gerîlayên xwe têbikoşin.”    

‘SERKETIN A GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ YE’

Ciwanê bi navê Murat Encû jî wiha hestên xwe anî ser ziman: “Destpêkê em silavên xwe ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku îro li Metîna, Avaşîn, Zap û tevahî Herêmên Parastina yên Medyayê li dijî dagirkeriya Tirkiye şer dikin, dişînin. Di 17’ê Nîsanê de êrişek topkeyûn li dijî Zap, Metîna û Avaşînê destpê kir. Heya niha di van êrişên gelek dijwar de bi sedan balafir, çekên kimyewî, hêzên çete û çeteyên mala Barzan hate karanîn. Êrîşên dagirkeriyê niha li hemberî têkoşîna gerîla têkçûye, serkeftin ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ye. Armanca êrişên dagirkeriyê ew e ku navbera Zap, Metîna û Avaşîn ji hev qut bikin. Lê negihiştine armancên xwe û xeyalên wan hemû têkçûne.”

‘DIVÊ HER KES JI BO ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ AMADE BIBE’

Encû diyar kir ku ew ê weke ciwanên wargeha Mexmûrê heya dawî li gel gerîlayên azadiyê cîh bigrin û wiha got: “Divê her kes ji bo şerê gelê şoreşgerî amade bibe. Di vê şerê de em ê dijmin tune bikin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Li ser banga KCK û Komalên Ciwan a bi dirûşmeya “Werin Cenga Azadiyê” tevlî nava refên gerîla bibin.”