Ciwanên Kurd çima tevlî nav refên gerîla dibin?

Van rojan ku Murat Araç ji hêla polîsan ve ji qata sêyan hatî avêtin û kuştin û her wiha zarokên Kurd bi panzêran têne eciqandin û kuştin, çima ciwanên Kurd berê xwe didine çiyan.

Desthilatdariya AKP’ê weke desthilatdariyên beriya xwe dixwaze bi operasyonên têgihiştinê şer bike. Lê ji bo vê ne civaka Tirk û ne jî ya Kurd ne civaka berê ye.

Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê ku tehemmûlî hestiyên mirî yên civakê jî nake û ji bilî mirinê ti vebijêrkê ji Kurdan re nahêle, ji bo ku komkujiyan rewa bike û tişta ku dixwaze bi Kurdan bide kirin derewa dawî ya ku îcad kirî ew e ku dibêje, ‘êdî kesek tevlî PKK’ê nabe’’.

Li gorî medyaya şer a AKP’ê û wezîrê şer Suleyman Soylu mehê 5 ciwan tevlî nav refên PKK’ê dibin. Li dijî vê derewê mehê ne 5, 10 lê bi sedan ciwanên Kurd têne çiyayên azad  û tevlî nav gerîla dibin.

Li vî welatî ku êdî kuştina ciwanên Kurd bûye rêz û rêçik, helbet ciwanên Kurd wê berê xwe bidine çiyayên azad. Herî dawî 15’ê Kanûna 2017’an li navçeya Gazîpaşa ya Entalya Mûrat Araç ê ku hatî binçavkirin, bedena wî ya bêrih 16’ê Kanûna 2017’an radestî malbatê hate kirin. Li welatekî wiha ku ji ciwanên Kurd re bûye goristan û ti qadê jiyanê jê re nehatiye hiştin, ji bilî çiyayên azad ti vebijêrkan wan nîn e. Em dikarin bibêjin ku tekane qad e ku dikarin lê bi azadî bijîn.

AKP bi propagandayên sîstematîk ku dibêje me derbên giran li wan xist, têk şikiyan, jê weye ku wê bikaribe ciwanên Kurdistanê razîne. Dive em vê ji bîr nekin, 20 derew rastiyek dike, hewldana çêkirina têgiştinê ya ‘min qedand’ piştî demekê di bîra civakê de dimîne. Ji hêla dî ve medyaya AKP’ê amûrên şerê taybet û psîkolojîk pir baş bi kar tîne, lê ji hêlekê ve ku li ser civakê bombardûmana derewan dike, li hêla jî jî li ber çavan kuştinan venaşêre. Kuştina Murat Araç û hema hema he roj bi panzêrên polîsan kuştina zarokên Kurd di serê van de tên. Hema hema bi rengekî sîstematîk her roj mirov têne kuştin, hin bi wesayitên zirxî têne eciqandin, hin ji qatên apartmanan têne avêtin, hin jê bi êşkenceyan têne kuştin. Em behs dewleteke wiha dikin ku li hemû qadên jiyanê ji bo Kurdan mirin heye.

Li diji dewleteke wiha ku tenê komkujî û mirinê şayanî ciwanên Kurdistanê dibîne helbet ciwanên Kurd jî wê azadiyê li çiyayan bibînin. Ji bo vê jî weke wezîrê şer Suleyman Soylu gotî mehê ne pênc kes lê bi sedan ciwan tevlî nav refên gerîla dibin. Mînak vê ya herî baş civîna Murat Karayilan a bi endamên gerîlayên nû re ye ku 1’ê Kanûna 2017’an pêk hatibû. Bersiva herî baş a ji bo raya giştî ya Tirk bi vê civînê pêk hat. Karayilan bi civîna bi gerîlayên nû re û dîmên li vir nîşan dan ku ciwan çendî bi kelecanî tevlî nav refên gerîla dibin.

Ji bo vê jî derew û daxuyaniyên çewt rastiyan venaşêrin ev 40 sal in bi heman derewan civakê dixapînin. Lê dîmenên ku di çapemeniyê de derketin nîşan didin ku ev qet naşibe komeke ji 5-10 kesan pêk hatî. Her kesê ku hatî ser desthilatdariyê ev gotin kirin lê PKK halê hazir kete 40 saliya xwe de. Tişta ku îro AKP dike weke deshilatdariyên ku berê kirine xwe xapandin e,ne ku civak pê dixape.