Ciwanên Kerkûkê tecrîda Îmralî şermezar kirin

Ciwanên welatparêz ên Kurdistan li bajarê Kerkûkê li dijî tecrîda Îmralî çalakî li dar xist. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Îro ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalalî li dar xist. Ciwanan di çalakiyê de dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê ve şermezar kirin.

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin; “Tecrîd sûcekî dij mirovahiyê ye û li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye. Rêber Apo ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Em tecrîda Îmralî şermezar dikin. Îro bi pêşengiya Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê didomîn û Guven ev 74 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger deye. Rewşa Leyla Guven û hevalên wê metirsîdar e. Em daxwaz ji rêxistinên navneteweyî dikn ku demildest bikevin nava tevgerê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê didome. Beriya salekê li pêşiya hemû cîhanê piştî berxwedana 58 roj an Efrîn dagir kir. Gelê Efrînê koçber bûn û niha demogragiya Efrîn û navçeyên wê tê guhertin.”