Ciwanên Kerkûkê piştevaniya xwe ya ji bo Cenga Heftanînê diyar kirin

Meclîsa Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kerkûkê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana Cenga Heftanînê anî ziman.

Meclîsa Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kerkûkê di saetên êvarî de bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a girker û mêtinger a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê şermezar kir. Ciwanan daxwaz ji Hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraqê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest.

Ciwanan di daxuyaniyê de piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana gerîla ya Cenga Heftanînê jî ragihandin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Ciwanên Welatparêz Arî Ebdulah ve hate xwendin. Ebdûlah diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi dagirkirina Başûrê Kurdistan û Iraqê xewna dewleta Osmanî pêk bîne.

Ebdullah bal kişand ser helwesta ciwanan a li dijî dagirkeriyê û got: “Em ciwanên Kerkûkê li dijî her cûre êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk in. Daxwaz ji Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwestên cidî. Bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li ber êrîşan bibin xwedî helwest.

Ebdulah destnîşan kir ku ew encûmena Ciwanên Welatparêz ên Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û piştevaniya xwe ji bo berxwedan Cenga Heftanînê radigihînin û got: “Em ciwanên Kerkûkê di çarçoveya dirûşma ‘Hilweşîne, hilweşîne’ de piştevaniya gerîla û hemû hêzên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk radibin in.