Ciwanên Kerkûkê dorpêça li ser Mexmûrê şermezar kirin

Komek ciwanên Kerkûkê li dijî dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatin ba hev û nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan.

Dorpêça PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di roja 14’an de didome, ji bo şermezarkirina vê dorpêçê komek ciwanên Kerkûkê hatin ba hev û bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan.

Li ser navê ciwanan Dilzar Kerkûkî daxuyanî da. Kerkûkî got: “Ev bi rojane dorpêçeke giran li ser kampa Mexmûrê heye. Em ciwanên bajarê Kerkûkê li dijî dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk a faşîst in, em li dijî astengiyên hêzên asayîşa herêm û hêzên Iraqê ne ku li beramberî xelkê sivîl yên kampa Mexmûrê têne kirin. Bi rojane bi tu awayî rê nayê dayîn ku welatiyên kampê her in Hewlêr û deverên din ên Herêma Kurdistanê.”

Kerkûkî destnîşan kir ku di nava kampê de gelek zarok, nexweş û extiyar hene ku pêwîstiya wan bi çûna nexweşxaneyê heye, lê ji aliyê hêzên ewlehî yên herêma Kurdistan û Iraqê ve têne astengkirin.

Dilzar Kerkûkî dorpêça li ser Mexmûrê weke dorpêçek derveyî mirovahiyê binav kir û got: “Em bang dikin di zûtirîn dem de dorpêça li ser gelê me yên li kampa Mexmûrê rakin.”