Ciwanên HDP'yî hatin destgîrkirin

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li navçeya Baglar a Amedê hatin destgîrkirin. 

Ciwanên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li qada Batikent a navçeya Baglar a Amedê dema ji bo kongreyê amadekarî dikirin hatin astengkirin. Polîsan ragihandin ku afîşên ji bo kongreyê hatin daliqandin û belavok hatine belavkirin kirî qedexe ne û bi vê hincetê ciwanên bi navê Husamettîn Tanrikûlû, Rênas Kocakaya, Yuksel Korkmaz û Mehmet Yalçin ligel rêveberê HDP’ê ya navçeya Rezanê Ayhan Ateş destgîr kirin. 

Ciwanên hatin destgîrkirin, birin navenda polîsan a li navçeya Baglarê.