Ciwanên Başûr: Em hevrêyên girtiyên azadiyê ne

Tevgera Ciwanên Welatparêz ê Kurdistanê (TCWK) îro li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê piştevniya xwe ya bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne nîşan da û êrîşên dagirkeriyê şermezar kir.

Îro Meclîsa TCWK’ê li bajarê Silêmanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, PDK û Hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê û di heman demê de ji bo piştgirîdayîna girtiyên di greva birçîbûnê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê TCWK’ê Daban Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ û hatiye gotin ku piştî îlana wê pêngavê li seranserê Kurdistan û cîhanê ew pêngav ji aliyê giştî çînên cuda yên gelên azadîxwaz ve bi awayekî hêja hatiye pêşwazîkirin. Her wiha hatiye ku li ser bingehê wê drûşmê çendîn çalakî li tevahî cîhanê pêkhatine, artêşa dewleta Tirk a dagirker li Heftanînê têk çûye û ew sedemane kiriye ku dewleta Tirk a dagirker li cîhanê weke dirinde û hovtirîn dijminê mirovahî û azadiyê bê nasîn.”

Di beşekî din a daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk a dagirker û planên PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê hatiye kirin û wiha domandiye: “Ya eşkere ev e ku dewleta Tirk bi xwe çavkaniya hizr û kiryarên DAÎŞ’ê ye û dijminê gelê Kurd û azadiyê ye, baş e PDK parekî çawa ji wê mîrateya DAÎŞ’ê ji bo wî maye û wisa dixwaze gelê Şengalê ji komkujiyê re derbas bike?”

Di dawiya daxuyaniyê jî behsa gritiyên azadiyê yên li girtîgehên Tirkiyê ku dest bi greva birçîbûnê kirine hatiye kirin û hatiye diyarkirin: “Em TCWK’ê soz didin ku li hemberî êrîşên li ser her bihostek axa welat bêdeng nemînin û li beramberî her êrîş û dagirkeriyekê xwedî helwesta têrker dibin. Em xwe wek hevrêyê ew mirovê azadîxwaz ku niha li girtîgehên dewleta Tirk de 5 roj in ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne û tevî hemû astengî û zehmetiyên girtîgehê bi armanca tevlîbûna pêngava “Bes e ji faşîzm û dagirkeriyê, dem dema azadiyê ye” bi wê moral û vîna pîroz dest bi greva birçîbûnê kirine û ji girtîgehê ve dersa vîna azad û berxwedaniya gelê me yê şoreşger ji me re vedibêjin. Em jî soz didin ku xewn û armanca wan pêk bînin.”