BI DÎMEN

Ciwanên bajarê Sine bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Ciwanên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê li ser Çiyayê Avyarê daxuyaniyek dan û êrîşên çeteyên PDK û AKP'ê yên li ser Şengalê şermezarkirin.

Ciwanên bajarê Sine, êrîşa çekdarên PDK'ê ya li ser Şengalê weke êrîşa îxanetê bi nav kirin û gotin, "Ev çeteyên ku navê 'pêşmergeyên rojava' li xwe dikin, ne pêşmerge ne, çeteyên AKP' û PDK'ê ne. Bi vê êrîşê re Barzanî carek din rola xwe ya îxanetê nîşan da. Em Barzanî hişyar dikin ku eger dev ji van êrîşên xwe bernede wê dawiya wî weke dîktator Sedam û yên din be. Em wekî ciwanên Apoyî yên Rojhilatê Kurdistanê soz didin ku armanca şehîdan pêk bînin."

Ciwanan li Çiyayê Avyar ê Rojhilatê Kurdistanê pankartên  şermezarkirina êrîşa li ser Şengalê rakirin.