Ciwanên Şengalê: Parastina civaka me, erka me ye

Ciwanên Şengalê ku parastina civaka xwe weke erka xwe ya sereke dibînin, ji bo vê armancê xwe bi her awayî perwerde dikin. Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî perwerdeyeke bîrdoziyê hate lidarxistin.

Yekitiya Ciwanên Êzidî ji bo bi hêz kirin û parastina civaka xwe bê rawestan xebatên xwe yên perwerdeyê zêde dikin. Bi vê armancê perwerdeyeke bîrdozî ya ciwanan li Şengalê pêk hat.

Ciwana bi navê Emîre Refo wiha qala girîngiya perwerdeyê kir, "Em weke ciwanên Şengalê di ferqa van gef û pilanên heyî de ne. Lewma em pêdivî dibînin kû xwe di her warî de perwerde bikin. Ciwan pêşengên civaka xwe ne em jî weke ciwan ji bo rê li gef, pilan û fermaman bigirin çi bê xwestin em ê bikin. Em banga xwe digehînin tevahî ciwanên xwe yên Êzidî ku ew jî werin em bi hev re xwe pêşbixînin û civaka xwe bi parêzin."

Jina ciwan a bi navê Xatin Merwan jî bi heman awayî kêfxweşiya xwe ya ji bo perwerdeyê anî ziman û bang li ciwanên Êzidî yên li kampan kir ku li warê xwe vegerin û xwe perwerde bikin.