BI DÎMEN

Ciwanên Şengalê: Em bi xelkê Rojava re ne

Ciwanên Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb li Xanesorê kom bûn û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşiyan.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê bû sedema nerazîbûnê. Ciwanên Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb li Xanesorê li hev kom bûn. Ciwanan bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Meşê li ber benda kontrolê ya Asayîşa Êzidxanê ya Şehîd Êzdîn dest pê kir û heta Baxçeyê Navenda Xanesorê dewam kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Piştî meşê li ser navê Ciwanên Êzidî Menaf Şengalî daxuyanî xwend. Menaf Şengalî anî ziman ku ew weke ciwanên Şengalê bi xelkê Rojava re ne û got: “Ewilî em berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk silav dikin. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîş dike ser gerîla, li dijî wan çekên qedexekirî jî bikartîne, lê nikare li beramber şagirtên Rêber Apo serbikeve. Di nava hemû şert û mercên giran de gerîla li ber xwe dide û gavê paş de navêje. Dewleta Tirk dixwaze wê têkçûna xwe  bi êrîşên li ser gelê me yê Rojava veşêre,  dixwaze ku gelê Rojava gav paş de bavêje. Em wek civaka Êzidî heya dawî bi gelê xwe ê Rojavare ne û bila dijmin baş bizanibe li tu cihekî ew ê nikaribe li hember îradeya gel biser bikeve.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.