Ciwanên Êzidî Mam Zekî bi meşeke girseyî bibîr anî

Endamên YJCÊ û YCÊ bi meşeke girseyî di salvegera 2’emîn de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) bi meşeke girseyî bibîr anî.

Endamên Yekîneyên Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîneyên Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi meşekê girseyî ya ji Geliyê Şîlo heta cihê kû Mam Zekî Şengalî lê şehîd bûbû meşiyan, di salvegera 2’an de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden)  ê15’ê Tebaxa 2018’an şehîd bûbû bibîr anî.

Ciwanan bi dirûşma ‘Bi ruhê 14’ê Tebaxê em ê tola Mam Zekî û Mahîran rakin’ saet 15:30’î dest bi meşê kirin. Meş bi dirûşman heta cihê ku Mam Zekî Şengalî lê şehîd bûbû dom kir.

Piştre jî li vir li ser navê ciwanên Êzidî Ayat Xeyrî daxuyaniyek da û bal kişand ser têkoşîn û keda Mam Zekî ya ji bo civaka Êzkdî û dîsa avakirina Şengal û Êzîdxanê. Xeyrî destnîşan kir ku wek ciwan wê şopdarê keda Mam Zekî Şengalî bin.

Piştî daxuyaniyê jî meş bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî Têkoşîna Şehîd Zekî Şengalî û Mahîr’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.