BI DÎMEN

Ciwanên Çemçemalê: Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo beşdarî Newroza li Qendîlê bibin

Ciwanên welatparêz ên Çemçemalê bang li hemû Kurd û azadîxwazan kir ku beşdarî Newroza li Qendîlê bibin.

BANGA TEVLÊBÛNA NEWROZA QENDÎLÊ

Li bajarokê Çemçemalê endamên Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna Newroza Qendîlê kirin. Ciwanan di daxuyaniya xwe daxwaz kir ku bila her kes beşdarî Newroza li Qendîlê bibe da ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin

Daxuyaniya Komeleya Cıwanên Welatparêz ên Kurdistanê wiha ye:

“Em wek Komeleya Ciwanên Kurdistanê yên li Çemçemalê Newrozê û sersala Kurdî li hemû gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd em wek ciwanên Çemçemalê em ê beşdarî Newroza li Qendîlê bibin. Lewma em daxwazê ji hemû gelê Kurd û hemû azadîxwazan dikin ku bila beşdarî Newroza li Qendîlê bibin da ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Daxuyaniya ciwanan bi dirûşemeyên “Bijî Serok Apo”,  “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz pîroz be” bi dawî bû.