Ciwanekî li pey heqîqetê: Bahoz Amed

Ciwanê Kurd ê bi navê Mehmet Topdemîr (Bahoz Amed) piştî ku dibe şahidê zilma dijmin, dev ji dibistanê berdide û ji bo jiyaneke azad berê xwe dide nava refên gerîlayan.

Mehmet Topdemîr ango Bahoz Amed di sala 1986’an de tê dinyayê. Bahoz bi eslê xwe ji Amedê ye û di malbateke welatparêz de mezin dibe. Bahoz di temenê xwe yê biçûk de dibe şahidê rastiya dijmin û dev ji dibistanê berdide. Di ciwaniya xwe de tevlî çalakîyan dibe. Gelek caran dewleta Tirk li kolanan li wî dide. Piştre di nav xebatên ciwanan de cih digire û di sala 2002’an de tevlî nav refên PKK’ê dibe.

Rêhevalekî wî yê têkoşînê wisa qala wî dike: “Heval Bahoz kesekî heta dawîyê mutewazî, fedakar û wêrek bû. Kesayetîyeke çalak bû. Ew navenda hêz û moral bû. Kesekî nefsbiçûk û fedakar bû. Bêtirs û bêfikar bû. Tu carî li hemberî dijmin stûyê xwe xwar nekir, tu carî hêza xwe ya bawerî û serkeftinê kêm nekir. Ji bo ku hevalên wî newestin çi ji destê wî dihat, teqsîr nedikir. Bêyî fikar diçû ser dijmin. Di xebat û têkoşîna wî de fikar tunebû. Ji bo wî rêhevaltî tişta herî mezin û bilind bû. Di çalakiyan de jî bi awayekî heybet li dijmin dida. Di çalakiyan de her tim li pêş bû. Di çalakiyan de heta ku hevalên wî bi paş ve venekişiyana û xwe rizgar nekirina, ew bi paş ve venedikişiya. Ji ber vê jî rêhevalên wî gelekî ji wî hez dikirin.”

Rêhevalî wî gotinên xwe wisa didomîne: “Çi xebat bidaya ber xwe, bi awayekî serkeftî ew xebat dimeşand. Ne ziman û ne jî gotin têra têkoşîna heval Bahoz dike. Wê heval Bahoz tu carî neyê jibîrkirin, wê têkoşîna wî tu carî li erdê nemîne. Ji ber ku ew milîtanekî rêya Rêber Apo bû. Ew sembola têkoşîna me ye û wê li Cûdî her dem zindî be. Wê tu carî tola rêheval Bahoz li erdê nemîne. Em ê her tim li pêy têkoşîna û rêya wî bin. Ew wekî kulîlkeke li ser asîmanê me, welat ronî dike. Wê çiraya rêheval Bahoz Amed tu carî neyê vemirandin û ew ê ji bo me manîfestoya jiyanê be. Ji ber ku şehîd nebe têkoşîn jî nabe. Şehîd nebe azadî jî nayê bidestxistin. Azadî bi nirxê şehîd û xwîna zelal a şehîd tê bidestxistin.”