Ciwanekî Kurd ê li leşkeriya Tirk 'bi gumanbarî' mir

Ciwanekî Kurd ê li Wanê li nava artêşa Tirk leşkerî dikir, danê sibehê li nîzamiyeya lê di nobedê de bû, mirî hate dîtin.

Ciwanê Kurd ê ji Êlih-Sasonê Vasîp Taşdemîr mehek bû li nava artêşa Tirk leşkerî dikir. Li xwaringeha yekîneyê firax dişuşt. Taşdemîr ku timî firax dişuşt, di heman demê de bi şev li nobedê hate nivîsandin. Taşdemîr li ber deriyê nîzamiyeya hejmara 1'ê di nobedê de bû. Ji hevalê xwe re got, 'ez ê biçim avê vexwim û bêm' û çû odeya şopandinê. Piştî demekê dengê çekan hate bihîstin û yên ketin odeyê, cenazeyê Taşdemîr dîtin. Fermandariya Baskê Artêşa Tirk a Wanê îdîa kir ku Taşdemîr xwe kuştiye.

Li nava artêşa Tirk dema dawî gelek caran ciwanên Kurd bi gumanbarî jiyana xwe ji dest didin.

Beriya niha ciwanekî Kurd bi fîşeka li pişta wî ketî jiyana xwe ji dest dabû û ji bo wî jî gotibûn 'xwekuştiye'.