Ciwanek li Efrînê bi êşkenceyê hate kuştin

Ciwanekî Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi êşkenceyê hate kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyekî ve ji Efrînê hate dayin, bavê du zarokan Egîd Mihemed Şêx Hesen (24) ê ji gundê Efraz ê navçeya Mabata ya Efrînê, 3 roj piştî ku hate revandin cenazeyê wî hate dîtin.

Cenazeyê Hesen ê êşkencekirî li zeviyekî zeytûnan ê li gundê Efrazê hate dîtin.

Xizmên ciwanê hate kuştin gotin, Hesen berî 3 rojan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin.

Sivîlê bi navê Ehmed Şêx Xelîl ê ji gundê Hîkce yê navçeya Şiyê ku ji aliyê çeteyan ve hate revandin, aqûbeta wî nayê zanîn.