Ciwanê ku leşkerên Tirk ew birîndar kir, rewşa wî giran e
Li Wanê ciwanê bi navê Mehmet Alî Nametogûllari ku di encama guleya leşkerên Tirk de birîndar bûbû, xeteriya li ser jiyana wî didome.
Li Wanê ciwanê bi navê Mehmet Alî Nametogûllari ku di encama guleya leşkerên Tirk de birîndar bûbû, xeteriya li ser jiyana wî didome.
Li Herêma Erçekê ya navbera navçeya Qelqeliyê û Rêya Armûşê eskeran di 7'ê Sibatê de ciwanê 20 salî Mehmet Alî Nametogûllari birîndar kiribû. Nametogûllari rakiribun Nexweşxaneya Dursun Odabayi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Dermankirina Nametogûllari hêj didome. Hat diyar kirin ku birîna Nametogullari giran e.
Bavê Nametogullari, Îskender Nametogullari anî ziman ku bijîşkan diyar kiriye ku rewşa kurê wî giran e.