Ciwanê ku leşkerê Tirk li wî dan, rewşa wî giran e

Li Wanê leşkerên Tirk gule li M. Alî Nametogûllari reşandibûn. Hate diyarkirin ku rewşa wî giran e. Bavê wî diyar kir ku kurê wî dema ji wesayîtê peya bûye destê xwe rakiriye û wexta ber bi leşkeran ve meşiyaye, leşkeran gulê lê reşandine.

Li Rêya Hevrîşm a Wanê li qada qereqola Erçekê leşkerên Tirk li M. Alî Nametogûllari yê 20 salî dabûn. Tedawiya Nametogûllari li nexweşxaneyê didome. Hate diyarkirin ku du gule li Nametogûllari ketiye û rewşa wî giran e. Heke di nava du rojan de rewşa wî ber bi başiyê ve neçe wê wî emeliyat bikin. Pişika wî xera bûye û wê têkeve emeliyateke gelekî bi rîsk.

JI BO KU XWIŞKA XWE BIBE NEXWEŞXANEYÊ KETE RÊ

Alî Nametogûllari yê li Taxa Kargali ya Seraya Wanê dijî, xwişka wî ya li Wanê jê re got min bibe nexweşxaneyê û ew jî berêvarî ber bi Wanê ve bi rê ket. Ji ber şewbê Nametogûllari nexwest ji ber qereqolê derbas bibe û xwest ji rêyeke dîtir biçe Wanê. Leşkerên qereqola Erçekê ew dîtin û jê re gotin raweste. Nametogûllari dema ji wesayîtê daket, leşkeran gule li wî reşandin. Gule ji piştê ve li wî ket û ji sînga wî derket. Hate diyarkirin 3 parsûyên wî şikestine û pişika wî xisareke mezin dîtiye. Nametogûllari rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.

‘KURÊ MIN DESTÊ XWE RAKIR LÊ DÎSA JÎ LI WÎ DANE’

Bavê wî Îskender Nametogûllari derbarê kurê xwe agahî da û diyar kir ku rewşa kurê wî giran e. Bavê wî got ku, “Parsûyê wî şikestine û pişika wî xisar dîtiye, hê jî nehatiye ser hişê xwe. Heke rewşa wî ber bi başiyê ve neçe wê heta du rojan emeliyat bibe. Xwişka wî xwestiye wê bibe nexweşaneyê û ew jî ber bi Wanê ve ketiye rê. Ji bo ku di nava rojê de nekeve kontrola ji ber qedexeyê êvarî ji rêyeke din diçe lê leşker wî dibînin û didin ser pişta wî. Ew ji wesayîtê dadikeve, destê xwe radike lê leşker sê guleyan li wî didin. Li gorî texmîna me leşkerên qereqola Erçekê li wî dane. Alî hê nehatiye ser hişê xwe. Heke were ser hişê xwe, em ê li gorî îfadeya wî serî li dadgehê bidin.”