Ciwanê got 'şaredariyên me vala bikin' hate girtin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer ku ji waliyê mêtinger ê ku dest daniye ser şaredariyê got 'Şaredariyên me vala bikin' hate girtin.

DARBEYA QEYÛM

Di roja ewil a tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê de endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Vedat Ozer li ber şaredariyê anonsa “Hişyarî hişyarî hişyarî, ev bangekî gelk e, tavilê şaredariya me vala bikin, hişyar hişyarî hişyarî ev banga hişyariyê ya gel e şaredariya me vala bikin” kiribû. Ozer, hate girtin. Di dema êrişên polîsan ên 6’ê sibatê de tundî li Ozer hatibû kirin û hate binçavkirin. Ozer, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê sewqî edliyeyê hate kirin.

Dozger, bêyî ku îfadeya Ozer bigire, bi îdiaya “Ji bo astengkirina peywirê li ber xwe daye” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar kir. Ozer, bi heman îdiayê hate girtin.