Ciwanê Kurd ê bi navê Savaş Guler ku bi nexweşiya losemê ketiye, li bajaroka Buyukçîftlîk a navçeya Gevera Colemêrgê bi îfadeya şahidên “nepenî”, di çarçoveya doza KCK’ê de hat girtin. Bavê Guler, Selîm Guler diyar kir ku kurê wan di nava nivînan de bû û got; “Nexweşiya losemî ya kurê min heye û di nivînan de bû. Her tim xwîna wî tê guhertin. Di rapora wî de ji sedî 70 astegdar dinivîse. Gelo di kîjan dadê de heye ku mirov yeke nîv mirî bişîne girtîgehê.”
Li gorî nûçeya malpera Yuksekovahaberê, Ciwanê Kurd ê bi navê Savaş Guler ku bi nexweşiya losemê ketiye, li bajaroka Buyukçîftlîk a navçeya Gevera Colemêrgê bi îfadeya şahidên “nepenî”, di çarçoveya doza KCK’ê de tevî 19 kesan hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.
Bavê Guler, Selîm Guler diyar kir ku kurê wan di nava nivînan de bû û got; “Nexweşiya losemî ya kurê min heye û di nivînan de bû. Her tim xwîna wî tê guhertin. Di rapora wî de ji sedî 70 astegdar dinivîse. Gelo di kîjan dadê de heye ku mirov yeke nîv mirî bişîne girtîgehê.”