Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin

Ciwanên DGH'ê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rihayê çalakî li dar xistin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, di çarçoveya pêngava "Serî hilde" de ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê hin çalakî li Rihayê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

"21'ê Çileyê li Karakopruyê 3 wesayitên leşkerên Tirk ên dagirker hatin şewitandin.

27'ê Çileyê li Karakopruyê wesayita şexsekî nezî bloka faşîst a AKP-MHP'ê hate şewitandin.

29'ê Çileyê li Karakopruyê, kargeha kesekî ku bazirganiya narkotîkê dike hate şewitandin. Welê li kargehê hat ku nema dikare bê bikaranîn."