Ciwanan bi meşeke meşaleyî êrîşên Tirk û PDK şermezar kirin
Ciwanên welatparêz li Qendîl bi meşeke meşaleyî êrîşên PDK li ser gerîla û destkeftên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Ciwanên welatparêz li Qendîl bi meşeke meşaleyî êrîşên PDK li ser gerîla û destkeftên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Ciwanên Welatparêz li Qendîlê bi dirûşma ‘Bimre îxanet’ û şermezarkirina dagirkerî û êrîşên ku li ser gelê Kurd û bi taybetî jî helwesta PDK li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi meşale meşiyan.
Di çalakiyê de endamê Ciwanên Welatparêz Hesen Resûl anî ziman ku ciwanên Qendîlê dijberî her cûre êrîşên ku li ser gelê Kurd tê kirinin û got: “Her kesê bixwazibe welatê me tek bibe ew kes xayîne û wê negihêje armancên xwe.”