Civînên yekîtiya netewî li gundên Artûklû didomin

HDP, DBP, KCD û TJK di çarçoveya xebatên yekîtiya netewî de li gundên navçeya Artûklûyê bi gel re civiyan.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişînin ser girîngiya yekîtiya netewî, di çarçoveya bernameya ‘Dem Dema Yekîtiya Netewî û Azadiyê ye’ ku li Mêrdînê dabû destpêkirin serdana gundên Artûklû ya Mêrdînê kirin.

Di bernameyê de hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlementerên HDP’ê Pero Dundar û Omer Ocalan, dîsa rêveberên HDP’î cih girtin.

Heyet di çarçoveya bernameyê de serdana gundên Îstasyon, Goliyê, Tilşeîr, Şevreşkê, Embarê, Zone, Kûferdel, Bernişt, Tîzyan û Selaxê, dîsa serdana dêra protestan kirin.

Heyet ji aliyê gel ve bi germ hate pêşwazîkirin. Heyetê li gundan li ser bernameya xwe gel agahdar kirin, diyar kirin ku wê 25’ê Sibatê li Qoserê fînalê bikin. Heyetê anî ziman tevî her êrîşan HDP û DBP bi gel re ye, gel jî peyama ‘em li gel we ne’ dan.