Civînên HDP’ê û DBP'ê yên bi gel re didomin
Li Wanê xebatên NA yên dibin pêşengtiya HDP’ê û DBP'ê de tên rêvebirin berdewam dikin.
Li Wanê xebatên NA yên dibin pêşengtiya HDP’ê û DBP'ê de tên rêvebirin berdewam dikin.
BÊGIRÎ
Li navçeya Bêgirî ya Wanê bi tevlîbûna Parlametera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, serdana dikandar hate kirin. Di serdanê de dengê 'NA' bilind bû. Di serdanê de Bedîa Ozgokçe axivî û got: "Em ne hatine li vir ji bo partiya xwe deng bi xwazin, em hatine ku rejîma ku pêşeroja me dixe metirsiyê, jêrê bejîn NA."
Heyeta HDP’ê û DBP'ê piştî serdana dikandaran, gundên Koşk, Karahan û Ûnsey ên girêdayî navçeyê bi gel re hatin cem hev û ji bo dengê NA piştgirî xwestin.
ELBAK
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî li Elbakê bi gel re civiyan. Botan destpêkê serdana gelek cihan kir û piştre derbasî taxê bû û pirsgirêkên gel guhdar kir. Botan li taxê axivî û wiha got: "Referandûma 16'ê Nîsanê ne tenê hilbijartineke, hilbijartina pêşerojê ye. Ji ber vê çendê pêwîste hemû kes biçe ser sindoqan, dengê NA bikar bîne û xwedî li sindoqan derbikeve."
Di serdana gundê Soredêr yê Elbakê de, Hevserokê HDP'ê yê bajêr Gulistan Orhan jî tevlî bû. Rêveberên HPD û DBP'ê yên bajêr û navçeyan piştre tevlî mewlûdê bûn.