Civîna Rêbazên Xwecihî yên Demokratîk di roja 2’an de ye

Di ‘Civîna Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk’ a HDP’ê de hate diyarkirin ku AKP ji her demê zêdetir êrîşî Kurdan dike û polîtîkayên xwe yên dagirkerî û mêtingeriyê dixe meryetê.

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê civîna Rêveberiyên Xwecihî di roja duyemîn de bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî berdewam kir. Di civînê de Hevşaredarê Êlihê Mehmed Demîr hevşaredar û parlamenterên HDP'ê yên girtî silav kir û diyar kir ku li dijî girtin û destgîrkirina rejîmê wê çok nedanin.

MIZRAKLI: EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN

Piştî axaftina Hevşaredar Demîr, Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî Salîm Kaplan peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli xwend. Mizrakli, anî ziman ku Rêveberiyên Herêmî li gorî pêdiviyên gelê herêmê xebatan dike û xizmetê pêş dixe. Xizmeta cemaweriyê ji koma herêmî re pêşkêş dike. Rêveberiyên herêmî saziya, siyasî, civakî û rêveber a ji aliyê gelê herêmê ve tê hilbijartin e. Me bi hişmendiya partiya xwe HDP’ê ya Şaredariya Civakî xebatên xwe meşandin. Diziya ewil di serdema qeyûman de bi rêya nelirêdiyê dest pê kir. Zevî û avahiyên şaredariyê pêşkêş kirin. Em dikarin birîna maddî derman bikin. Lê tişta li vir tê kirin ji darbeya12'ê Îlonê wêdetir e.

Di nava 2.5 salên qeyûm de ziman, nasname, çand û jiyana civakî ya bajar rasttî komkujiyekê hat. Bi operasyona qeyûm xwestin tune bikin. Polîtîkaya bişaftinê xistin meriyetê. Xwestin destkeftiyê jinê tune bikin. Li dijî zarokên me polîtîkayên bişaftinê xistin meriyetê. Lê em tu carî gavan paşve naavêjin."

TURK TI DEMÊ BI QASÎ NIHA ÊRÎŞ NEKIRINE

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî destnîşan kir ku di demeke welê de dijîn ku destkeftiyên Kurdan di hedefê de ne û got: “Ti demê bi qasî niha dijmin êrîşî Kurdan nekiriye. Bi temanî rû bi rû yê êrîş û polîtîkayên welê ne ku dixwazin hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rakin û bi fîlî destkeftiyên Kurdan tine bikin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê di siyaseta demokratîk de bi israr bin. Yek ji lingên herî girîng ê demokrasiyê rêveberiyên xwecihî ne. Rêveberiyên xwecihî nebin mirov nikare qala demokrasiyê bike. Lê îro em dibînin ne tenê hevşaredar heta hevşaredariyên me yên li ser erka xwe ne jî di bin zextê de ne. Dema bêy qeymeqam û walî tiştekê dikin, zextên mezin li ser tê kirin. Rêveberiyên xwecihî ji ber zexta dewlet û hikûmetê nikare karkî bike. Em neçarin qeyûman bixin rojeva cîhanê.

TEMELLÎ: REJÎMEKE QEYÛM AVAKIRIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser rêveberiyên herêmî yên demokratîk û wiha got: "Meseleya Rêveberiyên Demokratîk, meseleya ku îro em di navde ne. Heta ku rêveberiyên herêmî demokratîk nebe, rêveberiya giştî demokratîk nabe. Di serdema Împaratoriyan de netew dewlet ava kirin. Wê demê di navbera rêveberiyên herêmî û navendî de rageşî hebûn. Di nava 180 salên borî de herî zêde di nava rêveberiyên navendî û herêmî de rageşî pêş ketin. Hişmendiya Senteza Îslama Tirk di encama hişmendiya salên 1800'an a navendî de derketiye holê û di salên 1900’an de rûdan. Osmanî têk çû."

Temellî, anî ziman ku li Tirkiye ji salên 1924'an de hişmendiya qeyûm pêş ket û wiha got: "Wekî li cîhanê li Tirkiyeyê jî rejîma diktatorî heye. Li Tirkiyeyê komara qeyûm heye. Navê wê komar e, lê piraniyê red dike.

Di sala 2000’an de dema AKP hat îQtîdarê, sozên mezin dan. Di sala 2005'an de xala 5393'an derbas kir. Bi vê zagonê şaredariyên bajarên mezin xistin meriyetê. Niha jî modela navendî dixin meriyetê. Rejîma qeyûmê ya îro li dijî demokratîkbkûna komarê ye. Em ê Komarê demokratîk bikin. Em dibînin ku feraseta demokrasiyê di navbera feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk û feraseta rêveberiya navendî de eciqî ye. Îro modela qeyûman cudahiyê û rengîniyê înkar dike. Nûnerê vê ferasetê AKP dike. Erdogan nûnerê vê rejîmê ye. "