Civaknas Bayar: Kurd aktorê diyarker e

Civaknas Seher Akçinar Bayar bal kişand ser tevgera Kurd ku timî mezin dibe û got, "Aktorekî diyarker e."

Dewleta Tirk bi rêya polîtîkayên taybet û qirêj dejenerasyona civakî, siyasî û çandî li Kurdistanê ferz dike. Civaknas Seher Akçinar Bayar bandora vê yekê ya li ser rewşa civakî ya Kurdan ji ANF'ê re nirxand.

Bayar anî ziman ku polîtîkayên qirkirina civakî û qirkirinên din ji hev cuda nînin û ragihand, bi rengekî kmoî êriş li ser hewldanên çandî, civakî û siyasî yên gel têne kirin.

Bayar da xuyakirin ku êrişên li ser gelê Kurd di çarçoveya planekê de bi rêk û pêk dewam dikin û got, "Ev pêvajo carna bi şerê çekdarî, carna jî bi zextên polîtîk û dejenerasyona civakî bi rê ve diçe. Ji xwe em dibînin ku li Kurdistanê atmosfereke têkbirina civakî li Kurdistanê bi zanebûn li dijî civakê tê ferzkirin. Gava ku mirov bala xwe didin ser taxa Kurdan, dibînin ku girseyeke gelekî polîtîk û bi tevger heye. Şikandina vî hişmendiya polîtîk ji bo desthilatdariyê gelekî girîng e. Ji ber ku guherîn û veguherîna civakê bi xwendin û fêhmkirina rastî û dîroka xwe destpê dike. Lewma desthilatdarî ji bo tepisandina hişmendiyê carna bi rengê operasyonî, carna bi hêzên çekdar, carna jî bi amûrên cuda vê pêvajoyê dimeşînin."

Civaknas Bayar ragihand ku polîtîkayên tepisandinê û lawazkirinê yên dewletê ji hev cuda nînin û wiha dewam kir, "Hin deman aktorên polîtîk têne girtin, yên mayî jî gefa dadgeriyê li wan tê xwarin. Qada siyasî ya Kurd -civaka sivîl, burokrasî û saziyên polîtîk jî di nav de- ew rêxistinî ne ku xwe ji taxa Kurd xwedî dikin. Plansaziyên ku ev sazî datînin holê jî ji taxê cuda nîne. Tax van rêxistiniyan, ev rêxistinî jî taxê xwedî dikin. Lewma zext li ser vê derê heye. Ya girîng ew e ku her Kurd li hemberî zextan xwe dikare çawa biparêze. Mînak; daxwaza ji bo zimanê dayikê, kampanyayên bi vî rengî têne meşandin ez gelekî girîng dibînim. Daxwaznameyên malbatan ên ji bo wergirtina zarokên wan dersa Kurdî bi dîtina min gelekî hêja ye."

'KURD TEQEZ RÊYEKE RIZGARIYÊ DIBÎNIN'

Bayar bi bîr xist, ku li gel zexta dadgerî û siyasî jî Kurd hebûna xwe xurt dikin, weke aktorekî polîtîk hebûna xwe diparêze, ev yek gelekî hêja ye û got, "Mînak, dema dawî Însiyatîfa Edalet û Hurmeta li Mirî bi sazî dibe, ji ber ku civaka me ji ber zextê nikare cenazeyên xwe jî veşêre. Tevî ku ji aliyê dadgerî û ewlekariyê ve gelek astengî hene jî Kurd teqez rêyekê dibînin ku hebûna xwe biparêzin. Kurd di nava vê atmosferê de jî polîtîkaya rojane baş dişopînin. Asta zextê çi dibe bila bibe Kurd rêyeke rizgariyê teqez dibînin. Dema ku mirov dîroka xwe dinirxîne vê rastiyê dibîne."

'SIYASETA TIRKIYEYÊ JI ALIYÊ KURDAN VE TÊ DIYARKIRIN'

Civaknas Bayar destnîşan kir ku Kurd gelekî timî dînamîk e, di siyaseta Tirkiyeyê de diyarker e û got, "Nebûna Kurdan di nava wêneyê partiyên muxalefetê desthilatdariyê de, hêza Kurdan nîşan dide. Kurd aktorekî diyarker e. Di hilbijartinên Tirkiyeyê de em dikarin vê bibînin."

Bayar bi bîr xist ku Kurdan di demên herî zehmet de jî parlamenterên serbixwe şand meclîsê û got, "Em qala tevgereke Kurd dikin ku timî bajarî, cemawerî, sazîbûn û mezin dibe. Meseleya Kurd êdî ne tenê meseleyeke navxweyî ya polîtîk a Tirkiyeyê ye. Vegueriye meseleyekê ku çar parçeyan eleqedar dike û ji vê jî wêdetir xwedî dînamîka navneteweyî ye. Lewma Kurdên ku xwedî dînamîka navneteweyî ne, ne pêkane ku bandorê li siyaseta Tirkiyeyê neke."