'Çîroka kurê min ê bêguneh'

Dayika Sabîha got, di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de kurê wê yê 13 salî Ahmet hatiye kuştin...

Ji hêla gelek hêz, avanî û beşên civakî ve hate gotin ku DAIŞ hov e, barbar e û dij mirovahiyê ye. DAIŞ jî bi saxî bi şewitandina mirovan, bi avêtina wan a ji kendalan, bi saxî serjêkirina mirovan û daliqandina wan vê rastiya xwe nîşanî hemû mirovahiyê dide û çi devera ku diçiyê kavilan li pey xwe dihêle. Kavil ne tenê malên kavilbûyî û şewitî, wesayit, gund û bajarok û bajar in, li ser hiş û dilê mirovan jî şûna xwe dihêle..

Li Minbicê ku demeke dirêj di jêr dagirkeriya DAIŞ’ê de ma, gelek birîn hene. Mirovên ku li bajêr dijîn li gel ku ev 4 meh in bajar ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin jî, hê jî êşên xwe vedibêjin.

Ên ku birînên kûr di dil û rihê wan de vebûyin jî li her deverê êşa xwe vedibêjin. Yek ji wan kesên ku êşa xwe li her deverê vedibêje Dayika Sebîha Mustefa a Minbicî  ye.

Min jî ji bo ku li êşa dayika Sabîha guhdar bikim û par ve bikim li deriyê wê xist..

Li gel ku keça wê ya biçûk Ayşe û kurê wê Enes li malê jî bûn, dayika Sebîha derî ji me re vekir. Dayika Sebîha ku parkayeke mêran li xwe kirî, ji her deverê wê êş difûrî. Herî pir jî ji çavê wê yên ku bi kûr ve çûbûn.

Dayika Sebîha ku em birin odeya mêvanan, ji bo em rûnin cem sobê nîşanî me da. Li ser sobeyê beroşek hebû, ku dihate fêhmkirin tê de xwarina firavînê hebû. Dayika Sebîha ez şanî yên ku ez anîme kir û bi Erebî tiştin gotin. Ji ber ku ew nas dikirin. Piştre dema ku ji çavê wê hêstir diherikîn, bi bêdengî, pêlêkê li min nerî.

Ji çixareya ku hê xilas nebûyî jî çixareyeke nû pêxist û bi destmala xwe çavê xwe paqij kir. Ji keça xwe ya biçûk xwest ku qehweyekê çêbike. Di vê rewşê de jî ji ber ku bi bîr dibe ku qehweyekê çêbike, ez dame fikirandin. Piştî ku ji qehweyên xwe me çend qurt vexwarin dayika Sebîha dest bi vegotina çîroka kurê xwe Mehmet ê 13 salî kir ku ji otêla sê qatî ya Minbicê bi saxî hatitû avêtin.

Dayika Sebîha a 50 salî xwedî 4 keç û 2 kuran e. Sê kêçên wê zewicî ne, kurê wê Enes, keça wê Ayşe û biçûktirê wê Mehmet ê 13 salî li ser rêya Helebê li malekê dijiyan.  Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Minbicê dagir dikin, êşa dil jî dikeve ser dilê hejarî yê dayika Sebîha.

DESTÊ XWE HILDA JOR Û DEST BI NIFIRAN KIR

Dayika Sebîha destê xwe hilda jorê û got, ‘’Wan çawa agir bi dilê min xistibe xwedê jî 10 caran li vî agirî, agir berde ser dilê wan.

Bila ax laşê wan qebûl neke. Bila li kuçeyan bimîne laşê wan, gur û kûçik bixwin.’’ Got, ‘’çîroka kurê min ê bêguneh Mehmet’’ û dest bi serboriya xwe kir:

‘’Roja yekşemê berêvarî kurê min ji ser kar vegeriya. Got, ‘’dayê xwarine heye, te çêkiriye, te çi çêkiriye?’’

Min jî got, ‘’min xwarin çêkir, min ji te re sêniyek hilandiye û li dolabê daniyê’’

Dema ku pelê pêçayî û dolmik kirî nav navê xwe û ji mal derdiket, min gotiyê, ‘’Tu yê biçî kû kurê min?’’

Got, ‘’Ez ê biçim cihê şixul’’

Jina cîrana me li ber dêrî rûniştibû. Piştî ku çend deqe derbas bû hinan li deriyê me da. DAIŞ’iyekî biçûk li dêrî xistibû. Got, ‘’Kurê te Mehmet li mal, em li wî digerin’’ Min gotê, ‘’ne li malê, derket’’ Got, ‘’tu derewan dikî’’ Min got, ‘’ez hatime vî emrê xwe min derew nekirine’’ Tiştên negotin lê ji min bawer nekirin. Li mala me, kuçeya me û li hin malên cîranên me jî geriyan. Tiştek nedîtin û derketin.

Dema ku ew ji mal derketin, hê ji sikakê winda nebûbûn kurê min Enes kete hundir. Got,’’Yadê xwediyê dikanê kirêya xwe dixwaze. Ka pereyan em kirêya wî bidinê’’ Tam min ê ji Enes re bigota, DAIŞ’iyan li Mehmet pirsîn Mehmet jî kete hundir. Min wê kêliyê Enes ji bî kir û ez li Mehmet zîvirim û min got, ‘’kurê min, berxê mine, te çi kiriye ku DAIŞ’î li te digerin’’ Mehmet jî sond xwar û got, ‘min ti tiştek nekiriye’’ Lê kurê xwediyê kar ê ku Mehmet li cem wan dixebitî, ku du salan ji Mehmet biçûktir bû, gotiye Mehmet dest avêtiye min.

RAHIŞTIN KURÊ MIN Û BIRIN...

Reşik ketibû erê. Piştre bû şev. Careke dî hatin û Mehmet birin. Em sê hefteyan li bendê man. Me digot îro sibe wê derkeve. Li hêla din jî min li deriyê gelek ji wan zaliman xist û got, ‘’ez dixwazim kurê xwe bibînim’’ Piştî bi mehekê, roja çareşemê destûr dan. Bang li min kirin û gotin, em te bibin cem kurê te. Ez birim cihê ku weke zindanê bi kar dianîn. Ez birim odeyeke biçûk. Min got, ‘ka kurê min, Mehmet kanî?’’ Gotin, ‘’Mehmet nimêj dike, wê kêliyeke dî were.’’ Piştî nimêjê hat, xwe avête sukra min. Qet nedixwest ku xwe ji sukra min bike. Li aliyê dî jî kûrkûra wî bû û digirî. Min jî digot, ‘’Kurê min negirî, sûcê te nîn e, wê tiştekî bi te nekin. Min gotiyê, binere rojî ye, Emîr jî wê te bibexşîne’’ û bi vî awayî di ber dilê wî re diçûm. Reben dilerizî. Ji ber ku celadek hatibû pişt min, bi rengê ku Mehmet bibîne li nîvê dêrî sekinîbû. Dema ku zarok çav bi wî ketibû, diricifî û ji girî dixeniqî. Dema ku li xwe zivîrim ji min weye ku min celadet ditiye. Por û riha wî tevlîhebûyî, ji devê wî girêz dihat, bi qebîhî dibeşişî. Mirov nikarîbû bigota bi ser rengê mirovan de diçû. Çavçirayî bû. Her devera wî di nav gemarê de mabû. Te nevê dema ku kurik çav li vî celadî diket wiha dilerizî û digirî. Çi ji zarok re gotibû nizanim, çi pê kiribû nizanim.

Dema ku vegeriyam malê Enes ji min re got,’’ Mehmet çawa ye, çi dike?’’ Min gotê, ‘’vî zarokî ti tiştek nekiribe jî, wê ji tirsa wî celadê heram bimire’’

EM ÇÛNE CEM PATRON

Em çûne cem bavê wî kurikê ku gilhê Mehmet kiribû. Me got, ‘’Kurê we gotiye Mehmet dest avêtiye min. Mehmet dibêje min tiştek nekiriye. Em bibin ser doktor, mieyne bikin, bila rastî diyar bibe’’

Bavê wî got, ‘’ne li mal e, li cem xalê xwe ye’’ Piştre jî ev diçe cem DAIŞ’ê û dibêje, ‘’Ev malbat hatiye cem me, dibêje em wî mieyne bikin’’ û gilê me kiriye.

Piştî ku gilhê me hate kirin DAIŞ’ê dîs bi ser mala me de girt. Gotin, ‘’hûn ji me bawer nakin, we gotiye em zarok bibin doktor û mieyne bikin?’’

‘CELAD Û KUJER CAREKE DÎ HATIN BER DÊRÎ’

Piştî vê bi 3 heftiyan dîsa hatin ber deriyê me.

Roja Înê hevserê min dîsa çûbû sûkê. Li dêrî xistin. Dema ku keça min a bi salekê ji Mehmet mezintir got, ‘’dayê dîsa DAIŞ’î hatin’’ Ez çûm ber dêrî. Dema ku çav li wan ketim hemû laşê min lerizî. Ji ber ku ji sibehê ve tiştekî nebaş ketibû dilê min, min hewl da ku nedim der, lê min nema bi xwe karîbû. Min got, ‘’kerem kin, hûn çi dixwazin?’’ Gotin, ‘’Em bavê Mehmet dixwazin’ Min got, ‘’hûn çi ji bavê wî dixwazin?’’ Gotin, ‘’Em ê Mehmet berdin, îmzeya bavê wî lazim e’’ Bi kêfxweşiyekê min got, ‘ez îmze bikim’’ gotin na, ‘’tu jin î, îmzeya te çênabe’’

Dema ku gotin em ê Mehmet berdin, ji kêfan hindik mabû per û bask bi min ve şîn bihatana. Dest û piyê min li hev herbilîn. Min dengê xwe rakir û got, ‘’Kurê min Enes, birayê te kanî?’’ Wê kêliyê Enes pora xwe dikişkişand. Min got, ‘’çi bû kurê min?’’ Enes got, ‘dayê birayê min dar ve kirin’’ Min got, ‘’ka cenazê kurê min?’’ Got, ‘’berêvarî wê bidin me’’ û ji hiş çû. Ez jî di cihê xwe wiha cemidîm. Xizmên me çûn ji sûkê bavê kurik anîn. Bavê wî çû navenda wan. Dema ku bavê Mehmet hat, ez bi ser hişê xwe ve hatim û min got, ‘’ez ê jî werim’’ lê nehişt.

Piştî ku berxikê min, Mehmet ji bînahiyê avêtin û bedena wî ya hûrik parçe kirin, serokên dadgeha ‘’şerîetê’’ diyar kirin ku ev biryar şaş e û kurik bêguneh e. Ji bo vê jî cenazeyê wî radikin nexweşxaneya Vatanî, ku wan navê Ayşe lê kirine. Li wir şuştin û kefen kirin. Piştî nimêja êvarî cenaze dane me. Me nimêja wî kir û ew rakir. Ev çîroka kurê min ê bêguneh e.

‘BILA DINYA BI VÊ ÊŞA DILÊ MIN BIBIHÎSE, BI VÊ ZILMÊ..’’

Ji wê rojê ve xew bi çavê min nakeve. Her dema ku deng ji dêrî tê ber bi dêrî ve dibezim. Ez hê jî dibêjim qey kurê min wê were.

Çîroka kurê min ev e. Kî were cem min çîroka wî dibêjim. Ez dixwazim her kes vê zilmê bizanibe. Ji niha û şûn de jî kî were ez ê bibêjim. Ne rast jî bûya zarok bû. Girtîgeh heye, rastkirina heye. Avêtin ji bînahiyê di kîjan pirtûkê de heye. Kengî tiştekî wiha hatiye dîtin. Lê wan ev kir. Kurê min ê bêguneh, pepûk ji wê bînahiyê avêtin û laşê wî hûr kirin. Ez dixwazim hemû dinya zanibe bê kar dilê min çawa parçe kirine. Ez dixwazim birîna dilê min, rihê min zanibin.’’’

Dayik bi dilê xwe yê şewitî dema ku çîroka kurê xwe yê biçûk Mehmet digot, çixar ji destê wê qut nebû. Pakêtek qedand dest bi yeka dî kir. Dema ku em ji malê derketin, li ber dêrî got, çîroka Mehmetê min bi her kesî bigihînin, qurbana we. Gotina herî dawî ya dayika Sebîha ji me re ev bû...