Cezayê lihevanîna malbatan: Muebet!

Dadgehê li Îdirê rûspiyên civakê wekî ‘Komîsyona aştiyê ya PKK-KCK’ê îlan kir û cezayê muebeta girankirî li Abdullah Ateş (70), Ferzende Elbî (70) û Abdulmecît Kaya (85) birî.

Rûspî û pêşengên civakê yên gundên Kavaktepeya Îdirê Abdulmecît Kaya (85) û Ferzende Elbî (70) ketin navbera gelek şeran û malbat li hev anîn. Dozgeriya Komarê ya Îdirê derbarê van hewldanên aştiyê lêpirsîn da destpêkirin û îddînameyeke 2600 rûpelî amade kir. Polîsên girtin ser malên van kesan û ew bi ‘Avakirina Komîsyona PKK û KCK’ê’ darizand. Abdulmecît Kaya (85) û Ferzende Elbî gelek malbat li hev anî. Di heman demê de Abdullah Ateş ê ku tevlî hevdîtinên aştiyê nedibû jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ cezayê muebetê li wan hate birîn.

Ferzende Elbî (71) şandin Girtîgeha Edîrneyê. Rûspiyê bi navê Abdullah Ateş ê ku tevlî hevdîtinê aştiyê nebû jî, ji aliyê dadgehê ve ‘Endamê komîsyona aştiyê’ hate îlankirin. Ligel ku şahidan gotin ‘Me aştî pêk anî, Abdullah Ateş ne bi me re bû’ jî şahidekî veşartî got ‘Min ew li avahiya BDP’ê dît’ cezayê muebetê li Abdullah Ateş jî hate birîn û ew şandin Girtîgeha Tîpa S a Îdirê.

LIGEL RAPORÊN NEXWEŞIYÊ JÎ NAYÊ BERDAN

Nexweşiyên dil û gurçikan a Abdullah Ateş heye. Ligel ku bi raporên bijîşkan hatiye tespîtkirin ku nexweşiyên Ateş heye, dadgehê daxwazên berdana wî red kir.

Kurê wî Behçet Ateş got “Ji ber ku şahidekî veşartî gotiye, min Abdullah Ateş li avahiya BDP’ê dîtiye, cezayê muebetê li bavê min birîne. Ev biryareke siyasî ye. Ji ber ku gel ji bavê min hez dike, bi awayekî bêhiqûq hate darizandin. Di çanda me de dema ku bûyerek çêdibe, mezin û rûspiyên me dikeve navbera wan û malbatan li hev tîne. Dewlet jî vî tiştî dike, bi komîsyonên lihevanînê mirovan li hev tîne.

Bi ser de bavê min jixwe di vê komîsyona aştiyê de jî cih negirtiye. Em bi her tiştê me darizandin, herî dawîn mezin û kal û pîrên me mabûn, ew jî darizandin. Bavê min kal e, nexweşiyên wî yên giran hene, divê were berdan.”