Cezayê girtîgehê yê li Mizrakli hate birîn, hate pejirandin

Dadgeheke dewleta Tirk a li Amedê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli birî bû, ku ev ceza hate pejirandin.

Hevşaredar Mizrakli bi fermana Wezareta Karên Hundir di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû bicihkirin.

Li dijî Selçûk Mizrakli di çarçoveya îdîayên îtirafkar Hîcran Berna Ayverdî de bi îdîaya "endametiya rêxistinê", li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin û 9'ê Adarê 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê ev ceza pejirand. Dadgehê daxwaza Mizrakli ya berdanê red kir.

Parêzerên Hevşaredar Mizrakli ji bo temyîzê wê serî li Dadgeha Bilind bidin.