Cerdevanan gefa kuştinê li wezîfedarên sindoqê xwarin

Li gundên Totana û Memetkan ên navçeya Pasûrê, cerdevanan gefa kuştinê li wezîfedarên sindoqan ên HDP'yî xwarin ji bo neçin ber sindoqan.

Li gundên Totana û Memetkan ên navçeya Pasûrê ya Amedê, cerdevanan gefa kuştinê li 3 wezîfedarên li ser sindoqan xwarin ku neçin ber sindoqan.

Wezîfedarên HDP'yî M.H. û S.Z. ji bo biçin gundê Memetkanê li ber avahiya hikumetê li hev civiyan, lê cerdevanên li gund gef li wan xwarin.

Cerdevan Îrfan Yatçi ku xizmê Serokê AKP'ê yê Pasûrê ye, çû cem wezîfedarên HDP'yî û li cihekî ku serokê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê jî lê bû gef li HDP'yiyan xwar.

Wekî din, wezîfedarê HDP'yî yê li ber sindoqan S.P. jî danê êvarê tevî endamên desteya sindoqê çû gundê Totanayê ku Serokê AKP'ê yê Pasûrê Amîl Yatçi jê ye. Cerdevanên li gund ji S.P. re got, "Şehîdên me hene, em terorîstan nakin mêvan" û nehiştin S.P. lê bimîne. Li ser vê yekê S.P. neçar ma gund biterikîne û vegeriya navçeyê.