Cenga mezin li Îmraliyê tê kirin

Yê ku vê qiyameta mezin rawestîne, hêza esasî ya ku ji bo xwîna dirije li ser vê axê bêje “Bes e” ne Emerîka ne jî Rûsya bû. Cenga esasî, şervanê esasî li Îmraliyê bû. Şerê herî mezin tim li wir hate dihate birêvebirin.

Giravek biçûk. Li qada cenga esasî lê tê birêvebirin, cihê ku egîdê herî mezin lê ye. Şerê esasî her tim li wir, di nava çend metrekareyên di nava çar dîwaran de tê birêvebirin. Kengê ketin rewşa têkçûnê, kengê ketin, wisa dîtin ku tenê cihê destwerdanê Îmralî ye û hîn jî wisa temaşe dikin. Şerê herî mezin ne li Heftanînê, ne li Rojava, ne jî li Bakur hate birêvebirin. Ne di odeyên qirêj ên PDK’ê de, ne di avahiyên Soylûyên bê exlaq de, ne jî li malên Kurdên hevkariya dijmin dikin. Yê ku vê qiyameta mezin rawestîne, hêza esasî ya ku ji bo vê xwîna dirêje bêje “bese” ne Emerîka bû ne jî Rûsya bû ne jî maseyên endamên faşîstên din ên ji hêzên mejî û dil tejî bûyîn bûn.

Cenga esasî, şervanê esasî li Îmraliyê bû, esas hêza ku çareseriyê bi afirîne li Îmraliyê bû. Şerê mezin her tim li wir birêve çû û hertim li wir birêve diçe. Hûn îtiraf bikin yan nekin, hûn bipejirînin û nepejirînin, hûn vê qêrînê bibihîsin nebihîsin, yê ku vê pirsgirêkê çareser bike tenê kesek heye ew jî; Rêberê Gelên Kurdistaniyan Ocalan e. Herî dawî di şerê li Pirbûlayê de, qehremaniya gerîla Zana û Mizgînê, gotinên wan ên li ser cîhaz hîn li bîra min e. Gotinên fermandarê ku şer birêve dibe hîn li bîra min e.

HERÎ ZÊDE HÛNÊ JIYANEK BI RÛMET XEYAL BIKIN

Gerîlayên ji bo dagirker gav nevêjin ser vê axê, bê ku bixwin, vexwin û bêhna xwe bidin, enerjiya çavên ciwanên ku ji bo azadiyê canê xwe feda dikin, dîsa iji bo yên bi nefret êrîşî çiyayan dikin, pêşengtiya Kurdên qelêş ên xwe firoş, Asayîşa PDK’ê ya ku xwe parêzvanên gel dibînin û rê nadin gundî vegerin ser warên xwe, hêzên parêzvanên sînor ên Iraqê ku li dagirkeran dinêre, gelê Başûr ên li dijî dagirkeriyê dimeşin, wisa difikirîm ku gelo Rêberê Gelê Kurd ê li Îmralî tê ragirtin vê bizane wê çi bigota, milîtanên PKK’ê yên dilê wan di destê wan de şer dikin, her tiştî difikirim û di hişê xwe de neqiş dikim.

Di demek wisa de herî zêde tu wê çareseriyek birûmet û bişeref xeyal bikî. Hûn vê bixwazin nexwazin tenê rêya vê ji cihekê diçe, hûn ê îqna bibin jî tenê çareserî li Îmraliyê ye. Hêvî, azadî û şer li Îmraliyê ye. Destpêka şer û xeta dawî li Îmraliyê ye. Ji ber kû ew der qada şerê herî dijwar ê rûmet û azadiyê lê diqewe ye.

Ew der cihê berhev kirina rêgez û bêrêgeziyê, exlaq û bêexlaqî bi wîjdanê tîne der e. Ew der cihê ronîkirinê dîroka qirêj girtî ya bi sedan salan e. Ew der cihê hesap û hesap xwestina ji zordariya li ciwan, jin, xort û gelê Kurd tê kirin e. Ew der qada birêgez-bêrêgezî, biexlaq-bêexlaq û wijdan şerê hev dike ye. Ew der cihê ronîbûna dîroka qirêj a sed salî ye. Ew der cihê hesab xwestin û hesap pirsînê ya ji zilma li ser jin, mêr û gelê Kurd e.

Ew der; cihê her kesî serî lê daye, bêrêgezî û bê pîvanî li ser tê sepandin, dixwazin hemû qirêjiyê lê bîn ba hev e. Gerdûna ku mîna çar dîwaran hemû rêgez û pîvan bi saxlemî lê hatî avakirin Îmralî ye. Cihê esas ceng lê destpê kiriye. Ew der ne Haftenîn, Rojava ye… Ew de welatê Kurdistan ê çar parçe li wir bûye yek, cihê hemû gelên Rojhilata Navîn lê kom bûye. Ew qad cenga esasî ya Ocalan û hewariyan lê tê birêvebirine.