Cenazeyên şervanên YPG û QSD'ê bi merasîman tê veşartin

Welatiyên bajarên Dêrîk, Girkê Legê, Girê Spî û Tirbespiyê, cenazeyên şervanên YPG û QSD'ê bi merasîman li goristanê veşartin.

DÊRIK 


Bi hezaran şêniyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 2 şervanên YPG'ê Cûdî Îbrahîm (Siyamend Dêrik) û Şêxmûs Demir (Çekdar Mizgîn) ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik  bi merasîmekê veşartin.


Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ′ê Cîjda Amara axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina rêya wan da.


Piştre jî Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê Seîd Sîpan jî got ku ew ê li hember planên dagirkeriya Tirk destkeftiyên gelên herêmê biparêzin.


Piştî axaftinan, nasnameyên şervanan  hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her dû şervanan bi dîrûşme û tilîliyan li gorîstanê hate veşartin.


GIRÊ SPÎ


Li bajarê Girê Spî jî 3 şervanên QSD′ê Casim Hesen (Mêmatî), El-Nemşî (Elî El-Elî) û Selam Ezîz ku 23′ê Adarê li gundên girêdayî herêma Tebqayê di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li goristana Şehîd Mehmûd Tumê bi merasîmekê hatin veşartin.


Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştre Hevserokê Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyên axa welat re, xwest.


El-Ebid anî ziman ku şervanên QSD′ê di Pêngava Xezeba Firatê de, rûbereke mezin ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin û ber bi bajarê Reqqayê ve pêşve diçin.


Piştre jî Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajêr Zelîxe Ebdî jî axaftinek kir û behsa giringiya rola şehîdan di Pêngava Xezeba Firatê de kir.


Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin


TIRBESPIYÊ


Her wiha li bajarê Tirbespiyê jî cenazeyê Şoreş Sefûq ku 17′ê adarê di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûye, li goristana Şehîd Dilşêr bi merasîmekê hate veşartin.


Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Malbata tekoşer, Meclîsa Gel a bajarê Tirbespiyê, YPG/YPJ′ê û Kongreya Star, axaftin hatin kirin.
Axaftvanan soza şopandina rêya hemû şervanên ku canê xwe  ji bo ax û welatê xwe feda kirine dan.
 Piştre cenazeyê  Şoreş Sefûq  bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hat veşartin.