Cenazeyên şervanên YPG’ê Engîzek û Koçer hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG′ê Onder Ozil (Siybend Engîzek) û Mihemed Seîd ( Demhat Koçer) ên jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Şehîd Xebat veşartin.
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG′ê Onder Ozil (Siybend Engîzek) û Mihemed Seîd ( Demhat Koçer) ên jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Şehîd Xebat veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û gundewarên wê, Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo, nûnerên partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê û beşdarî merasîma veşartina herdu şervanên YPG′ê Onder Ozil (Siyabend Engîzek) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de û Mihemed Seîd (Demhat Koçer) ê li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn.
Li goristanê merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastiyê ve hate lidarxistin. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Roza Dêrik axivî, sersaxî ji malbatên herdu têkoşeran re xwest û got ku wê bi berxwedana Ocalan û şervanê azadiyê serkeftin pêk were. Roza wiha got: ″Bi xwîna Seybend û Demhat em ê bersiva plan û komkujiyan bidin û bi ser bikevin.″
Her wiha Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo jî anî ziman ku PDK′ê dîsa îxanet bi gelê xwe re kir. hêva wiha anî ziman: ″Her demê tevgera me, bal dikişînin ser girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî. Lê ew bi şer bersiva vê yekê didin. Di encama siyasetên PDK′ê û hin partiyên siyasî yên li Rojava, herêmên Rojava di rewşa ambargoyê de ne.″
Hêva destnîşan kir ku şervanên Şengalê bi hemû hêza xwe bersiva êrîşên çeteyên PDK/AKP′ê didin û wiha pê de çû: ″Dayîkan Êzidî bi canê xwe li hember wesayîtên kolandina xendekan li ber xwe dan. Şervanên YBŞ′ê ti carî radest nabin û wê hemû planên li ser Şengalê pûç bikin.″
Piştî axaftinan, nasnameyên herdu cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanan bi tilîlî û dirûşman ve hatin veşartin.