Cenazeyên HPG’yiyan li nexweşxanê têne hiştin

Cenazeyên 7 gerilayên HPG’ê ku di navbera gerîlayên HPG’ê û hêzên dagirker ên Tirk de li Amed Licê, Hênê, Qulpê di demên cuda de şer derketibû û jiyana xwe ji dest dabû ev bi heftiyan e li nexweşxaneyê têne hiştin.

Li gorî agahiyan cenazeyên 7 gerîlayên HPG, YJA STAR’ê bi heftiyan e li Nexweşxaneya Gazî  Yaşargîl a Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê têne hiştin.

Nasnameya gerîlayên ku li nexweşxanê têne hiştin wiha ye:

Firat Taşçi (Koçer Çiya) û Fetullah Ecer ( Roger); 18’ê Hzezîranê li Hênê, Hevîdar Turk (Devrim Amed); 25’ê Tîrmehê li Qulpê, Ahmet Dorak (Şahîn Norşîn Avesta) û Azad jî heftiya bihurî li Licê di şer de şehîd bûbûn. Nasnameya du gerîlayên dî diyar nebûye.

Her wiha Duşema bihurî li gel ku hatibû gotin wê cenazeye Ahmet Doran bidin jî hatiye derengxistin û hê jî cenaze nedane.