HPG’ê nasnameya gerîlayekê eşkere kir

HPG’ê ragihand ku di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ya li navçea Pasûr a Amedê gerîlayekê wan şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê gerîla bi leşkerên Tirk ên dagirker hatine beramberî hev û artêşa Tirk şerê bejahî nekir, bi balafir û helîkoperên şer herêm bombebaran kiriye.

HPG’ê ev agahî parve kir;

“Şeva 24’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li herêma Dorşîn a navçeya Pasûr a Amedê bi desteka yekîneyên veşartî operasyonek da destpêkirin. Roja 25’ê Tîrmehê yekîneyeke ya me ku li ser peywira xwe bû bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker re hatin pêşberî hev. Artêşa Tirk a dagirker ku bi bejahî şer nekir, bi balafirên şer û helîkopteran girê Şehîd Yilmaz û derdora wê bombebaran kir. Di bombebaranê de rêhevalê me Devrîm Amed şehîd bû. Roja 26’ê Hezîranê seat derdora 12:00’an de operasyon paşve vekişiya.”

Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Devrîm Amed
Cihê Jidayikbûnê: Hevîdar Turk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Hanim - Faris
Cih û Dema Şehadetê: Amed / 25’ê Tîrmeha 2018’an