Cenazeyên Bal û Olçay hatin veşartin

Delîl Bal û Îslam Olçay ku di êrîşa tinekirinê ya dewleta Tirk de ya li ser Bagokê şehîd bûn li Amed û Nisêbînê hatin veşartin.

Cenazeyên gerîlayên azadiya Kurdistanê Delîl Bal û Îslam Olçay ên ku di êrîşa tinekirinê ya dewleta Tirk a 27'ê Kanûnê ya li ser Bagokê de şehîd bûbûn, piştî testên DNA'yê, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên ku li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê dihat ragirtin, derengiya şevê radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê Olçay jî ji bo veşartinê ber bi Amedê ve hat birêkirin.

Cenazeyê Delîl Bal jî ji aliyê xizmên wî ve hat wergirtin û birin navçeya Nisêbînê. Xizm cenazeyê di bin dorpêça hejmarek zêde ya polîsan de birin Goristana Mohrîsê ya navçeyê. Cenazeyê Bal tevî dorpêça polîsan bi merasîmeke ku tenê destûr ji endamên malbatê re hate dayîn, hat veşartin.

Cenazeyê din ê nayê naskirin ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke Lokman Muhammed parve kir, hêj li morgê tê ragirtin.

Cenazeyê şehîd Olçay anîn gundê Mermer ê navçeya Sûr a Amedê. Dema cenaze gihişt gund, ketina gund û derdora goristanê ji aliyê sedan leşkeran ve hate dorpêçkirin. Piştî ku wecîbeyên olî yên li mizgefta gund hatin bi cih anîn, cenazeyê Olçay di nîvê şevê de bi awayekî girseyî hate veşartin.