Cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin

Cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ‘ê ku li rojavayê Minbicê, jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El-Îsa û Mehemeed El-Şêx di 4‘ê Adarê de li gundê Um Xerza, Îbrahîm di 5‘ê mehê, li gundê El-Bû Xaz, Deşo Deşo 7‘ê mehê, û Cemîl Îbrahîm (Cemal) jî ên di 6‘ê meha Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi sedan welatiyên Minbicê ji bo oxirkirina cenazeyên her 5 şehîdan li pêşiya nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr kom bûn. Girse cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a bajêr ve ketin rê.

 Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmî de rêveber û endamên saziyên sivîl, welatî û şarvan amade bûn.

Di merasîmê de despêkê endama Saziya Malbatên Şehîdan Emîra Mihemed axivî û got: “Bi saya vîn û qehremana van têkoşeran em bi aramî dijîn. Van lehengan em ji terora çeteyan rizgar kirin û parastina me dikin. Şerê li Sûriyeyê didome komployeke navdewletî ye.ʺ

Piştre Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî axivî û soza xwe ya bi şehîdan re dubare kir û got ew ê tevahî Minbic ji terorê rizgar bikin.

Herî dawî jî Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundên wê Farûq El-Maşî jî axivî û wiha got: “Welatiyên Minbicê şehîdên xwe yên leheng ên ku xwîna xwe di ber vî welatî de dane, oxir dikin. Em bejna xwe li hember şehadeta wan ditewînin.”

Piştî axaftinan, endama Saziya Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Xilêf nasnameya şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.

Di dawiya merasîmê de cenzeyên her 5 şervanan hate veşartin.