Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê li Hesekê hatin veşartin
Pêkhateyên Hesekê cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dijwar veşartin.
Pêkhateyên Hesekê cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dijwar veşartin.
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê Hemîd Abdullah (Waîl Hesekê), Ebdûlezîz Siwêdê (Xidir Hesekê), Qasim Selıom (Kamîran) û Fayîk El-Elî (Egîd Hesekê) ên ku di demên cûda de, di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li gorîstanê veşartin.
Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê ji bo cenazeyên her 4 şervanan li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kombûn. Girseya gel cenazeyên şervanan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Gorîstana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.
Li gorîstanê deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan hat girtin û ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Fermandariya YPG'ê Zekî Kobanê axivî û wiha got: "Em şehîdên hefteya qehremantiyê bibîr tînin. Berxwedana Kobanê diyar kir ku wê xeta şehîdên hefteya qehremantiyê berdewam bike. Em peyamekê ji çeteyan re dişînin ku wê şervanên me hemû hêzên ku hewl didin vîna gelê me têk bibin, bişkînin û li dijî wan şer bikin."
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima Hesen axivî û got: "Şervan wateya azadî û biratiya gelan nas dikin û bi saya xwîna şehîdên hemû pêkhateyan, xwîn di ber vî welatî de tê rijandin."
Li ser navê TEV-DEM‘ê, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Cizîrê Xelîl Osman axivî. Li ser navê Meclîsa Gel a bajarê Hesekê jî Mihemed Reşad axivî. Axaftvanan diyarkir ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê berxwedanek hevbeş tê kirin û diyar kirin ku axa wan axa şehîdane.
Piştre nasnameya her 4 şervanan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdîdan Îlham Bekir ve hat xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.
Cenazeyên her 4 şervanan, bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hatin veşartin.