Cenazeyên 2 şehîdan li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên azadiyê Dilovan Tolhildan û Bêg Kobanê, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin veşartin.

Merasîma ku bi sedan welatiyên Kobanê lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di dema merasîmê de Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, bi navê Fermandariya Pêngava Rizgarkirina Reqayê Ebû Ebod Reqawî û Hevseroka tevgera Civaka Demokratîk a Kantonê Eyşe Efendî axivîn.

Eyşe Efendî di destpêka axaftinax we de sersaxî ji malbatên herdu şehîdan xwest û diyar kir, ku ew bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû şehîdên azadiya Kurdistanê û şehîdên Şengalê diqewînin.

Eşye Efendî anî ziman, ku ew ê timî li ser şopa şehîdan bin û got, "Îro em ber bi federaliyekê ve diçin. Lewma dijmin bi şev û roj êrîşî me dike."

Bavê yek ji şehîdan Dilovan jî li merasîmê axivî û got, "Şehadeta van her du hevalan ez li Rêber Apo, YPG, YPJ û hemû malbatên şehîdan pîroz dikim."

Di dewama axaftina xwe de bavê şehîd Dilovan got, "Şehîd Dilovan nav û çeka pismamê xwe rakiribû. Beriya ku tevî nav refên YPJ'ê bibe, wê xwendina xwe dikir û  dixwest tevlî nava refên YPJ'ê bibe. Dixwest şehadeteke mezin bi dest xwe xistiye."

Bavê Dilovan di dawiyê de helbest bi Erebî diyarî şehîdan kir û xwend.

Piştî merasîmê cenazeyên herdu şehîdan hatin veşartin.